20:59 23 Hezîran 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Barzanî û Tillerson îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibin

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Stenbolê tevlî Kongreya Petrol a Cihanê dibe. Kongre di navbera 9 û 13ê Tîrmehê de li Stenbolê tê lidarxistin.

Kongreya Petrol a Cihanê ku wê di bin banê Serokomariya Tirkiyeyê de were lidarxistin Wezîrê Derve yê Amerîkayê ku berî di rêvebiriya Donald Trump de cih bigire CEOyê Exxon Mobilê bû Rex Tillerson jî tevlî dibe.

ŞIRKETÊN MEZİN Ê PETROLÊ TEVLÎ KONGREYÊ DIBIN

Ji xeyrî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson wê hemû şirketên mezin ên petrolê tevlî kongreyê bibin. Di kongreyê de ji veberhênanên petrol û xaza siruştî hetanî dahatuyên bazirganî yên pêşerojê dê hemû mijar werin nîqaşkirin. Kongre li Stenbolê hetanî 13ê Tîrmehê wê dewam bike.

Di kongreyê de wê nûnerên serokê dewletan, ji 30 wezîr, rêvebirên şirketên navneteweyî, rêxistinên navteweyî, saziyên sivîl, dezgehên fînansî, 5 hezar delege û zêdetirî 20 hezar ziyaretvan li Stenbolê amade bin.

Bi heman mijarî:

Tillerson: Em amade ne herêmên ji firînê re qedexe bi Rûsyayê re gotûbêj bikin
Tillerson serdana Tirkiyeyê dike
Lavrov bangî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson kir
Tillerson: Birayên Misilman beşek ji hikûmeta Tirkiyê ne
Tillerson: Nabe têkiliyên Amerîka û Rûsyayê wek ên niha xirab bin
Tillerson: Hevalbendên me dixwazin em bi Rûsyayê re têkilîyên xwe baş bikin
Etîketan:
Kongreya Petrol a Cihanê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rex Tillerson, Neçîrvan Barzanî, Kurdistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de