21:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    Civata Bilind a Referandûmê li ser 3 xalan biryar wergirt

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7320

    Civata Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û li ser 3 xalan biryar wergirt.

    Li Pîrmamê, di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdarbûna nûnerê partiyên siyasî û pêkhateyên neteweyî û olî civîna Civata Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê hate sazkirin.

    Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de piştî nirxandina rewşa siyasî, pêşhateyên dawîn, nirxandina helwesta civaka navdewletî û pêvajoya siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê, li ser 3 xalan biryar hate dayîn.

    ‘LI SER SÊ XALAN LI HEV KIRIN'

    Biryara yekemîn, pabendbûna biryar û raspartinên civîna 7ê Hezîrana 2017ê ye, ku di wê civînê de biryar hatibû dayîn di 25ê Îlona 2017ê de referandûm li Herêma Kurdistanê û navçeyên kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê were kirin. Herwiha pisrgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin û rewşa jiyana aborî ya gel were başkirin.

    Di xala duyemîn de hate gotin, ku ji bo pêngavên pratîkî yên amadekariyên referandûmê, nexşerêya karên Civata Bilind a Referandûmê û komîteyên binî hatine diyar kirin.

    Herwiha xala sêyemîn jî ew e, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve, bi hemahengiya li gel Komîsyona Bilind a hilbijartin û Rapirsiyan û aliyên pêwendîdar, pêwîstiyên birêvebirina referandûmê pêşwazî bike.

    Bi heman mijarî:

    Civata Bilind a Referandûma Kurdistanê dicive
    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Parlamenterê AKPê piştgirî da referandûma Kurdistanê: Ne mecbûrên destûrê bixwazin
    Amadekariyên îdarî û teknîkî bo referandûma Kurdistanê dest pê kir
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    Etîketan:
    xal, biryar, referandûm, serxwebûn, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de