17:42 23 Îlon 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    Civata Bilind a Referandûma Kurdistanê dicive

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Civata Bilind a Referandûma Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

    Nûnerê Partiya Komûnîst a Kurdistanê ya Civata Bilind a Referandûmê Ebu Karwan ragihand ku rojeva sereke ya civînê dê gotûbêj kirina pêngavên referandûmê be. Ebu Karwan diyar kir ku di vê civînê de dê mijara avakirina komîteyekê ji bo serdana Bexdayê û welatên din jî were zelalkirin.

    Di 7ê Hezîrana 2017ê de, Serokê Herêma Kurdistanê ligel nûnerên partiyên li perlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê de civiya. Ev yekemîn civîna Civata Bilind a Referandûmê bû. Di civînê de biryara hate dayîn, ku roja 25ê Îlona 2017an, li Başûrê Kurdistanê referandûmê were kirin.

    Lê nûnerên Tevgera Goran û Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdarî civînê nebûn.

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye
    Di betlaneya cejnê de 243 hezar kesî serdana Kurdistanê kir
    Li Kurdistanê agir girte depoya sotemeniyê: 3 jê polîs 43 kes birîndar bûn
    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Ebadî derbarê çareserkirina kêşeyên bi Kurdistanê re daxuyanî da
    Etîketan:
    referandûm, civat, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de