10:34 20 Îlon 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Wezareta Karûbarên Olî: Beşdarbûna referandûmê erkeke olî ye

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (245)
    0 2210

    Bedevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di rojên pêş de, derbarê mijara referandûma Kurdistanê de dê hinek rênimayan ji bo mizgeft û cihên olî re bişînin.

    Piştî diyar kirina dema referandûma Herêma Kurdistanê, mamostayên olî jî derbarê vê mijarê de nêrîn û helwesta xwe eşkere dikin.

    Wezareta Karûbarên Olî ya Herêma Kuridistanê xwe amade dike, di rojên pêş de li ser vê mijarê hinek rênimayan ji mizgeft û cihên olî re bişîne.

    ‘EM Ê BI DENGÊ ÊRE BEŞDARÎ PROSEYA REFERANDÛMÊ BIBIN'

    Berdevkê Wezareta Ewqaf Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl got: "Bi hemû hêz û şiyana mamostayên olî, bi dengê "Erê" beşdarî proseya referandûmê dibin. Em beşdarbûna referandûmê weke erkekî olî, nîştîmanî û neteweyî dizanin. Di demeke pêş de jî em ê derbarê vê yekê de rênimayên pêwîst ji mizgeft û navendîn olî re bişînin."

    Rêberê rewta selefî li Herêma Kurdistanê Ebdûlletîf Selefî gotibû: "Ez weke bazareke siyasî li referandûmê nanêrim. Ev pirs ji bo serxwebûna gelê kurd tê kirin. Ez ji sedî 100 piştgirî didim serxwebûnê. Ew kesên hez nakin ev gel serbixwe be, diyar e ne kurdên resen in."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (245)

    Bi heman mijarî:

    Emar Hekîm: Îsraîl piştgirîyê dide referandûma Kurdistanê
    Parlamenterê AKPê piştgirî da referandûma Kurdistanê: Ne mecbûrên destûrê bixwazin
    Amadekariyên îdarî û teknîkî bo referandûma Kurdistanê dest pê kir
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Mislim: Em referandûma serxwebûnê li Rojava nakin
    Etîketan:
    olî, erk, beşdarbûn, referandûm, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de