08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên şer ên Tirkiyê / êrîşa asmanî

    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'

    © AP Photo/ U.S. Air Force via AP
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19806

    Hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê îşev li dora saet 00:00an çend gund û deverên li ser sînorê navçeya Şengalê ya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Hesekê ya Rojavayê bombebaran kirine.

    Li gorî nûçeya Rûdawê balafirên şer ên Tirkiye hin deverên li Şingalê û Rojavayê çeperên PKKê YPGê bombebaran kirine.

    Berpirsê Asayişa Rojavayê Dîcleyê Aştî Koçer bombebarana balafiran piştrast kir û got: "Rast e, bombebaran hatiye kirin, lê belê zirarên wê nayên zanîn."

    Ji aliyê din ve, Fermandarê Yekîneyên Parastina Şingalê (YBŞ) Serhed Efrîn piştrastkir, ku di saetên şevê de balafirên şer li Şingalê nêzîkî gundê Dugure kirine amanc.

    Herwiha di derbarê encama bombebarana Tirkiyeyê de hêj agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

    Ji aliyê din ve çapameniyên nêzî PKKê îdia kirin ku êrişa hewayî Artêşa Iraqê pêk anîne ne.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk li dijî çeperên PKKê operasyona hewayî pêk anîn
    'Balafirên şer ên Sûriyeyê vedigerin baregeha hewayî ya ku Amerîkayê lê xistibû'
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Cûdiyê bombebaran dikin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Şingal û Rojava bombebaran kirin
    Balafirên şer ên MIG-29SMTê ya rûsî dest bi ceribandinê kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorê Amêdiyê bombebaran dikin
    Etîketan:
    şer, balafir, YPG, PKK, Rudaw, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de