02:49 19 Çile 2018
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Berdevkê NYyê: NY ne li dijî encama referandûma Kurdistanê ye

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarri li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ragihand, beşdarnebûna wan a prosesa referandûmê nayê maneya ku ew ê li dijî encamên wê derkevin.

    Dujarri ji televizyona Rûdawê re li ser pirsekê diyar kir, ‘Heta hikûmeteke navendî ya welatekî daxwazê ji me neke, em beşdarê pêvajoyên referandûmê yan jî hilbijartinan nabin.'

    Stephen Dujarri destnîşan kir, daxuyanîya 15ê Hezîranê ya Misyona Iraqê ya NYyê nayê wateya ku ew li dijî referandûmê ne û got, ‘Em dixwazin kêşeyên bi Bexdayê re bi rêya diyalogê werin çareserkirin.'

    Di civîna 7ê Hezîranê ya partîyên Herêma Kurdistanê ya bi Seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, biryar hatibû dayîn ku 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê were pêkanîn.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Bi dehan hacker ketin nav îstgeha ‘Volf-Krîk’ a Amerîkî
    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî
    ‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'
    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir
    ‘Îsraîl dixwaze ku herêmên kêmkirina rageşiyan li başurê Sûriyeyê Amerîka kontrol bike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de