20:29 24 Gulan 2018
    Alaya Kurdistanê li ser zindana Hewlêrê

    Dr. Mukarem Talabanî: Ji bo referandûmê pêwîstî bi yasayan û parlamentoyê nîne

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Siyasetmedar û hiqûqnasê Kurd Dr. Mukarem Talabanî, di hevpeyvîneke digel rojnamevan Celal Horênî ku BasNewsê ji ber girtiye de, li ser referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê mînaka Îskoçyayê da.

    Talabanî ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê got, pêwîstî bi yasayê û biryara parlamentoyê nîne.

    'BIRYARA GEL YAN JÎ PARLAMENTOYÊ PIRSEKE TEKNÎKÎ YE'

    Siyasetmedarê Kurd Dr. Mukarem Talabanî li ser pirsa ‘Gorran û Komela Îslamî dibêjin niha ne dema referandûmê ye, dema rêxistina nav mala kurd û çalakkirina parlamentoyê ye. Gelo ew gotin rast e?) wiha bersiv da: "Referandûm bi rêya parlamentoyê ve be, yan bi rêya gel be, ev awayekî teknîkî ye. Ew dibêjin parlamento divê yasayan derbixe, lê di rastiyê de nexêr yasaya parlamentoyê ne pêwîst e."

    'LI ÎSKOÇYAYÊ DU CARAN BÊYÎ PARLAMENTOYÊ REFERANDÛM HAT KIRIN'

    Talabanî got: "Li Skochlandê du caran referandûma cudabûna ji Brîtanya hate kirin, lê ji parlamentoyê biryar derneket. Ji ber hikûmetê yan jî partiyekê daxwaz kir ku referandûm bê kirin û wan referandûm kir û serneketin. Ev pirsgirêkek din e ku peywendiya xwe bi vê babetê ve tine."

    'BI LIHEVKIRINA PIRANÎYA PARTÎYAN REFERANDÛM DIKARE BÊ KIRIN'

    Mukarem Talabanî destnîşan kir, hikûmet eger bixwaze bi rêya parlamentoyê referandûmê bike, divê wê demê hejmara piranî razî bibin û wiha domand: "Eger partiyek daxwaz bike dikare bê kirin, niha Gorran û Komel dibêjin divê yasayek li parlamentoyê derbikeve û ew dê piştevaniyê bikin. Berî referandûm bê kirin, piraniya partiyan rêkdikevin li ser awayekî û wê demê referandûm dikare bê kirin û pêwîstiya xwe bi yasayê tine ye."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Bi dehan hacker ketin nav îstgeha ‘Volf-Krîk’ a Amerîkî
    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî
    ‘Amerîkayê qebûl kiriye ku Esad li desthilatê bimîne'
    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir
    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    Li Silêmaniyê mamosteyek piştî nimêja Înê hat kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de