22:35 27 Gulan 2018
hsd-qsd-hsdê

YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne

© REUTERS / Rodi Said
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Şerê dijwar li bajarê Reqayê ya di navbera HSDê ku pêşengiya wê YPGê dike û mîlîtanên DAIŞê de diqewimin. Berdevkê YPGê Nûrî Mehmud ji Sputnikê re axivî û ragihand ku mîlîtanên DAIŞê sivîlan ji xwe re dikin mertalên zindî, heta niha jî bi deh hezaran sivîl ji bajêr rizgar kirine.

Hikmet Durgun

Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya YPGê dabû destpêkirin bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Heta 6 taxên bajêr ji DAIŞê hatine paqijkirin. 21 tax di bin kontrola DAIŞê de mane û li 4 taxan jî şerên dijwar rû didin.

Herwiha balafirên şer ên hêzên koalisyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, çeperên DAIŞê yên li bajêr bambebaran dikin.

Berdekê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Nûrî Mehmut di derbarê şerên li Reqayê de ji Sputnikê re axivî.

‘JI BER SIVÎLAN EM GELEK BALDARÎ TEVDIGERIN'

Mehmûd got: "DAIŞ li Reqayê herdiçe asê dibe. Rêxistin sivîlan ji xwe re dike mertalên zindî. DAIŞ vê yekê zûda dike. Beriya niha DAIŞê li Minbic, Şedadê, Heseke û Holê heman rêbazê bikar anî û sivîlan ji xwe dikir mertal. Niha jî li Reqayê vê yeke dike û sivîlan ji xwe re dike mertala zindî. Hêzên me ji ber sivîlan bi baldarî tevdigerin û hêdî pêşve diçin. Ji ber zerar negihîje sivîlan em gelek baldar tevdigerin û sivîlan ji DAIŞê rizgar dikin. Heta niha me bi deh hezaran sivîl ji DAIŞê rizgar kirine."

DAIŞê bajarê Reqayê ku wekê paytexta rêxistinê ya li Sûriyeyê tê zanîn, di 14ê Rêbendana 2014an de ji ASAyê û El Nusrayê kotrol kir.

HSDê ji bo kontrolkirina bajêr di 6ê Hêzîranê de operasyon da destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin
YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
Etîketan:
sivîl, şer, kontrol, DAIŞ, YPG, Sputnik, Nûrî Mehmûd, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de