20:31 24 Gulan 2018
    Çekdar

    Çekdarên nenas bi ser malên kurdan de digirin

    © REUTERS / Abdullah Coşkun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Li bajarê Xurmatû yê Herêma Kurdistanê çekdarên nenas bi ser malên kurdan de digirin, zêr û zegerê wan direvînin.

    Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên herêmî şeva borî li bajarê Xurmatû 6 çekdaran nenaskirî girtin ser mala welatiyekî kurd û di encam de komek pere û zêr û tiştên bi qîmet dizîn û reviyan.

    Berpirsê ragehandina Qeymeqamiya Xurmatûyê Mihmed Fayiq ragihand ku şeva borî nîvê şevê seet 02.40î şeş çekdarên rûpêçayî û nenaskirî li taxa Gomarî girtin ser mala welatiyê kurd Weriya Ebdula Xefûr û di encama serdegirtinê de komek pere û zêr û gelek tiştên bi qîmet ên li malê dizîn û reviyan.

    Li gorî agahiyên berpirsê ragihandina Qeymeqamiya Xurmatûyê Mihmed Fayiq çeteyên rûpêçayî ji male 60 hezar dolar, 60 xram zêr û 30 milyon dinar dizine.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Xurmatû teqîna xwekujî: 3 kuştî û 7 birîndar
    Xurmatû vala dibe: Ji 1000 malî tenê 15 mal man!
    Encama şerê Xurmatû heta niha: 40 milîsên şie hatin kuştin û 67 jî birîndar bûn
    Pêşmergeyan Xurmatû dorpêç kir
    Li Xurmatû berpirsê komîsyona hilbijartinê hate revandin
    Etîketan:
    Çekdarên nenas bi ser malên kurdan de digirin, Berpirsê ragehandina Qeymeqamiya Xurmatûyê, Mihmed Fayiq, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de