08:40 23 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Piştî serxwebûnê 'em garantîyeke temam didin'

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (274)
    0 48 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ew bi temamî garantiya wê yekê didin ku piştî serxwebûnê Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê bi şandeke navdewletî ya ji xwendekar, lêkolîner, zanyar û felfeya siyasî ku ji welatên Ewropayê hatibûn re civîya.

    'EM GARANTÎYEKE TEMAM DIDIN'

    Serokatîya Herêma Kurdistanê ragihand ku Barzanî bi şandeya mêvan re, li ser pirseke xwendekaran a ser biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kir: "Em garantiyeke temam didin ku Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyanê û pêkhate her çawan ku bixwazin û bi çi şêweyî piştrast dibin, em dê bi wê şêweyê ligel wan bijîn."

    'EM DIXWAZIN BI AWAYÊ AŞTÎYANE BI CÎRANÊN XWE RE BIJÎN'

    Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de herwiha diyar kir, ew dixwazin xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane, diyalog û dûrî tundutîjiyê birêve bibin û got: "Referandûm û avêtina pêngavên ber bi serxwebûnê ve rê ji kûrtirbûna arîşeyan û şerê din digire û em dixwazin bi aştî ligel cîranên xwe û gelên navçeyê bijîn."

    'HIKÛMETA IRAQÊ MADEYA 140 PIŞTGUH KIR'

    Barzanî di derbarê navçeyên veqetandî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: "Hikûmeta Iraqê cîbicîkirina madeya 140 piştguh xist û niha jî nîştecihên wan navçeyan ew maf hene ku biryarê li çarenivîsa xwe bidin û beşdarî di referandumê de dikin û pêwîst e hemû aliyek jî rêz li wê biryarê bigirin."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (274)

    Bi heman mijarî:

    Qeter: Ambargo helwesteke êrîşkarî ye, Îran mahne ye
    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Enqere: Piştî qedexeyê 26 xwepêşander hatin binçavkirin
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de