20:41 21 Îlon 2017
Zindî
    PYD

    PYD li dijî êrişên Tirkiyeyê banga yekîtiya neteweyî kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 9940

    PYDê bang li hêz û partiyên demokratîk ên kurdî, Sûrî û Kurdistanî kir ku beşdarî xebatên avakirina yekîtiya neteweyî bibin û da zanîn ku ev yek misogeriya ewlekariya Rojhilata Navîne. Meclîsa PYDê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Efrînê banga yekîtiya neteweyî kir.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    PYDê bi daxuyaniyekî diyar kir ku, ″Li Rojhilata Navîn di bin navên cûda de alozî dide. Hat zanîn ku rêxistinên terororî ku Cebhet El-Nusra, Ceyş Fetih El-Şam û komên girêdayî wan cihê xwe di nav de digirin, hebûna kurdan tehdît dike. Ev yek di komkujiya Til Eran û Til Hasil a ku di Tîrmeha sala 2013an, komkujiyên ku di Tebaxa sala 2014an de li dijî gelê Êzidî yên Şengalê, herwiha komkujiya ku di Îlona sala 2014an de li Kobanê pêk hat, pêk hatin, hat xuyakirin."

    ‘KURD LI HERÊMÊ ROLEKE GIRÎNG DIKÎZIN'

    "Destkeftiyên ku li Rojava û Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin, jiyana bi ewle û hevbeş a di navbera gelên herêmê de, bi saya fedekariya bi hezaran şehîdan pêk hatin. Di vê demê bi kurd hêza xwe ya demoratîk, li qadên sûrî, herêmî û naveneteyî roleke girîng dilîzin û şervanên YPG/YPJê bi piştgiriya hêzên navneteweyî, derbeyên mezin li dewleta xîlafetê dixin. Ev yek bandorê li ser ajandayên sîstemên netewperest û olperest dike."

    ‘DOSTÊN GELÊ KURDISTANÊ AVAKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ GIRÎNG DIBÎNIN'

    "Herwiha KNKê xebatên lidarxistina hevdîtina şêwirmendî dike. Dostên gelê Kurdistanê jî avakirina yekîtiya neteweyî girîng dibînin. Lê Rêveberên ENKSê piştgiriya dijmin dikin, ajandayên wan pêk tînin û bi hemû derfetên xwe hewl dide ku çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê û pêkanîna sîstama Federaliya demokratîk, bi ser nekeve û hewl dide lihevkirin di navbera gelê kurd û gelê Sûriyê de pêk neyê.

    ‘EM ÊRIŞÊN TIRK LI SER EFRÎNÊ Û ŞEHBAYÊ ŞERMAZAR DIKIN'

    "Em êrîşên Tirkiye û komên ku Tirkiye piştgiriya wan li ser herêmên Efrînê û Şahbayê şermezar dikin. Em vê êrîşê wekî êrîşeke li dijî gelê kurd û tevahî gelê Sûriyê bi nav dikin. Em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da dewleta tirk ji axa Sûriyê derkeve."

    "Em bang li tevahî hêz û partiyên demokratîk ên Kurdî, Sûrî û Kurdistanî, her wiha kesên bi rûmet ên di nava ENKSê de cih digirin, dikin ku kiryarên ku van kesên bi êrîşî gelê me dikin rawestînin."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Pêdivî bi YPG û PYDê tune ye
    'Erdogan dê gotara xwe ya li dijî PYDê biguherîne'
    Koma Krîza Navnetewî bang li PKK û PYDê kir
    PYD: Em bi Erebistana Siûdî û welatên Kendavê re neciviyan
    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    ENKS: PYD rêvebirên me digre
    Etîketan:
    YPG, neteweyî, yekîtî, bang, PYD, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de