10:18 24 Çile 2018
Zindî
    Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

    Kurdistaniyan Îran protesto kir

    © AFP 2018/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Kurdistaniyên ku li Parka Kelehê civiyan bi diruşmên di destê xwe de li dijî Îranê xwepêşandan li dar xistin û Îran protesto kirin.

    Li gorî nûçeya AAyê, xelkê Kerkûkê ji ber birîna ava Çemê Zêyê Biçûk Îran protesto kirin. Welatiyên ku li Parka Kelehê civiyan bi diruşman li hemberî Îranê xwepêşandan li dar xistin. Yek ji çalakvanên xwepêşandanê Çalak Îbrahîmê Kerkûkî got: "Îrana ku em wek cîran dibînin ava ku Xwedê daye me dibire. Sedem çi dibe bila bibe di vê germa havînê de gerek ev nekira."

    Çalak Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Welatê wan ji bêaviyê zehmetiyê dikişîne û eger ev pirsgirêk bidome dê pirsgirêk mezintir bibe."

    Yek ji xwepêşandarê çalakiyê hûnermend Seyid Îhsan jî di axaftina xwe de ragihand ku birîna avê wek kuştina mirovan e.

    Îhsan Îran şermezar kir û got: "Divê problemên siyasî wek ceza neyên ser xelkê û xelk bedelê vê yekê nedin."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê topbarana Îranê şermezar kir
    Kompanîya Imaratê li Herêma Kurdistanê petrolê derdixe
    Şêwirmendê Trump: ‘Amerîka wê encama referadûma Kurdistanê qebûl bike’
    Barzanî: Gelê Kurdistanê bi dîyalog û rêbazên aştîyane ber serxwebûnê ve diçe
    ‘Artêşa Îranê Herêma Kurdistanê bombebaran dike'
    Etîketan:
    Kurdistaniyan Îran protesto kir, Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de