16:50 18 Hezîran 2018
Ala Kurdistanê

Şêwirmendê Trump: ‘Amerîka wê encama referadûma Kurdistanê qebûl bike’

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Şêwirmendê Berê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump Dr. Walid Phares ragihand, Amerîka dê piştgirîyê bide referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku dê di 25ê Îlonê de were pêkanîn û herwiha encama wê jî dê qebûl bike.

Dr. Walid Phares di hevpeyvîneke ligel televizyona Rûdawê de, li ser siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump a di derbarê Rojhilata Navîn de axivî.

‘TRUMP BI TAYBETÎ NAVÊ KURDAN ANÎ ZIMAN'

Phares li ser pirsa "Piştî referandûmê eger serxwebûna Kurdistanê were îlankirin, li gor we Serokê Amerîkayê Donald Trump dê bertekek çawa nîşan bide?" wiha axivî: "Niha rayeya rêveberiyê ku Serok Trump xwediyê wê ye û rayeya yasadanînê ya Kongreyê, ji hev cuda ne. Belê di kampayaya hilbijartinan de diyar kir ku divê piştgirî bo hemû hevpeymanan bê dayîn û ti alî neyê paşguhkirin û di serî de jî hevpeymanên ku li dijî DAIŞê û cîhadiyan têkoşînê dikin. Bi taybetî jî navê kurdan anî ziman."

‘KURD BERÎYA RÊVEBERÎYA TRUMP JÎ HATINE QEBÛLKIRIN'

Dr. Phares got: "Eger em cardin gotinên wî (Trump) guhdarî bikin, wisa tê fêmkirin ku bi giştî dê piştgirî bide yên ku li dijî DAIŞê û cîhadiyan têkoşînê dikin. Herwiha dibêje ku kêmneteweyên li Rojhilata Navîn jî divê werin parastin. Kurdên Iraqê, beriya rêveberiya Trump jî hatine qebûlkirin."

‘REFERANDÛM JI ALÎYÊ QANÛNÊN NAVNETEWÎ VE TÊ PEJIRANDIN'

Phares axaftina xwe wiha domand: "Divê em tenê li tiştekî binêrin; Iraq dewleteke federal e û çêbûna Herêma Kurdistanê jî, li çarçoveya yasayan pêk hatiye. Nexwe tiştekî ku ji nişka ve derketiye holê nîne. Kurd ber bi referandûmê ve diçin. Ev jî ji aliyê qanûnên navdewletî ve tê pejirandin. Hemû grûbên bandordar dikarin vêya bixwazin."

 

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

HSDê bajaroka nêzî Reqayê kontrol kir
Barzanî: Gelê Kurdistanê bi dîyalog û rêbazên aştîyane ber serxwebûnê ve diçe
Li Rihayê nasnav û nîşaneyên li ser gorên YPGiyan hat jêbirin
Sûrîye: OPCW wê heyeta pisporan neşîne Xan Şêxûnê
Demirtaş di derbarê meşa edaletê de peyam şand
Tirkiye li ser Efrînê daxuyanî da
Etîketan:
Amerîka, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de