06:50 22 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistan

    Biryara referandûmê bû sedema krîza avê di navbera Hewlêr-Tehran û Bexdayê de

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 171 0 0

    Piştî biryara li 25ê Îlona 2017an pêkanîna referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê, dewleta Îranê ku bi tundî li dijî vê biryarê derdikeve kartên di destê xwe de li hemberî Rêveberîya Herêma Kurdistanê bikar tîne.

    PIŞTÎ BIRYARA REFERANDÛMÊ KARTÊN NÛ TÊNE VEKIRIN

    Ji alîyekî ve Îran bi rêya Hêza Heşda Şebî ya Şîe ku bûye beşek mezin ji artêşa Iraqê, li deverên wekî Şingalê ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane bi cî dibe, li alîyê din jî fişara aborî û herî dawî jî qutkirina ava çemê Zêya Biçûk dijayetîya xwe ya referandûma serxwebûnê nîşan dide. Ango bi vê helwestê Îran hewil dide bi kartên nû fişarê li ser Herêma Kurdistanê bike û ji biryara referandûmê vegerîne.

    JI ÎRANÊ GEFA QUTKIRINA AVA ÇEMÊ ZÊYA BIÇÛK

    Yek ji wan kartên di destê Îranê de kêmkirina avê ye ku bi hinceta bendava Serdeştê ava ji Zêya Biçûk diçe Herêma Kurdistanê hat qutkirin.

    Li gor medya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştî ku Îranê ava çemê Zêya Biçûk a Serdeştê bi hinceta avakirina bendavê ji ser Pişdar a Silêmanîyê qut kir, gefa kêmkirina avê li Bexdayê xwariye.

    WEZÎRÊ KURD: EMÊ JÎ AVA IRAQÊ BIBIRIN

    Wezîrê Çandinî û Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye ku Herêma Kurdistanê bi fermî hikûmeta Iraqê ji birîna avê ji aliyê Îranê ve agahdar kiriye.

    Wezîrê Kurd dibêje, ‘Eger Îran du metre kûp avê li ser herêma Kurdistanê kêm bike, ew ê yek metre kûp avê ji ser başûr û navenda Iraqê kêm bikin.'

    'ÎRANÊ SOZ DAYE ME'

    Herêma Kurdistanê soza Îranê ya berî niha ji bo ava çemê Zêya Biçûk daye bibîr dixe û daxwaz dike demûdest Îran ji bo ev krîz mezintir nebe ava ku hatiye qutkirin ji nû ve berde ser Herêma Kurdistanê.

    Herwiha Serokwêzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vê krîzê ketiye tevgerê û bi rayedarên Îranê re axivîye û ji wan xwestiye ava çem berdin.

    HERÊMA KURDISTANÊ NAXWAZE KRÎZ MEZIN BIBE

    Li gor daxuyanîyên rayedaran Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha naxwaze gefa avê li ser Bexdayê bikar bîne, lê heger encamek ji danûstandinên bi rayedarên Îranê re dernekeve û wekî gefa pêkanîna referandûmê berdana avê bibe sedema krîzê, dê Herêma Kurdistanê jî wek fişar kêmkirina avê bi ser Iraqê de bikar bîne.

    BARZANÎ: VEGERA REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ NÎNE

    Ji roja diyarbûna tarîxa referandûma Herêma Kurdistanê heta niha nêzî mehekê ye, li raya giştî ya Kurd û cîhanê mijara referandûmê bûye mijara nîqaşê ku hinek welat bi taybet Amerîka biryara referandûma serxwebûnê hinekî zû dibînin.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji raya giştî ya cîhanê re ev çend car in radigihîne ku ew dê ji biryara referandûma diyarkirina çarenevîsa Kurdan a bi rêya demokratîk venegerin.

    Herwiha partîyên siyasî yên wekî PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî û çend bizavên din ên Herêma Kurdistanê jî ji niha komîteyên xwe amade dikin û amadekarîyên li ser encamdana referandûma 25ê Îlonê berdewam dikin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Welatên Kendavê dixwazin baregeheke leşkerî li Bahreynê ava bikin
    Lionel Messî bi evîna xwe ya zaroktîyê re zewicî
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Rêya te rêya Qendîl û Pensîlvanyayê ye
    Li Licê 12 kes hatin binçavkirin
    Kurdên Feylî li Bexdayê hêzeke xweparastinê ava kirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de