08:35 26 Îlon 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Barzanî: Sozdan lê Kurdistan kirin 4 parçe

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (283)
    0 8800

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand dem hatiye ku kurd çarenûsa xwe diyar bike û serxwebûn dê her pêk were û divê Amerîka û civaka navneteweyî rêzê ji biryara gelê kurd re bigirin

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Washingtona Post a Amerîkî re gotarek nivîsand û di gotara xwe de mijara referandûma serxwebûna Kurdistanê û geşedanên li herêmê nirxand.

    Mesûd Barzanî diyar kir ku referandûma serxwebûnê Kurdistanê dê 25ê Îlona îsal bê pêkanîn û gelê Kurd dê bi refererandûmê biryarê li ser jiyana bi hev re yan jî ya cudabûnâ ji Iraqê bide.

    'SOZA DEWLETÊ DABÛN KURDAN LÊ KURDISTAN BI SER…'

    Barzanî amaje bi vê yekê kir ku serxwebûn dê her pêk were û serxwebûna Kurdistanê dê ji bo ti kesî nebe gef û metirsî û berevajoyê vê yekê dê li herêmê ji bo aramiyê bibe derfetek û wiha domand: "Beriya sed salan piştî Yekemîn Şerê Cîhanî soza dewletê dabûn kurdan lê Kurdistan bi ser Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ve dabeş kirin. Pêwîst bû di Iraqa nû de kurd û ereb du gelên wekhev bin, lê tevahiya hikûmetên Iraqê zordarî li kurdan kirin."

    Di berdewamiya gotara xwe de Barzanî destnîşan kiriye ku kurdan piştî hilweşandina rejîma Beas ji bo avakirina Iraqa nû ya aram gelek hewldan lê rêvebariya Bexdayê li beramberî xebat û xizmetên kurdan de tiştek nekir û wiha dibêje:

    'DEM HATIYE KU GELÊ KURD ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKE'

    "Hikûmeta Bexdayê heta piştî 14 salan jî biryarên destûra bingehîn bicî nekir û ev yek têrê dike ku em bizanîn hikûmeta Bexdayê dê ti caran wan xalan bicî neke."

    Di beşekê din a gotara xwe de Barzanî daye xuyandin ku dem hatiye gelê Kurd çarenûsa xwe diyar bike û dive Amerîka û civika navneteweyî jî rêzê ji biryara demokratîk a gelê Kurd bigire.

    Barzanî got jî ew biryar dê hem ji bo Kurdistanê û hem ji bo Iraqê dê baştir be.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (283)

    Bi heman mijarî:

    El Hekîm dijî serxwebûna Kurdan derket: Kurd parçeyek ji rihê welat in
    Hevseroka HDPê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Li paytextê Tirkiyeyê ‘Serxwebûna Herêma Kurdistanê'
    "serxwebûna Kurdistanê dikeve qonaxeke nû"
    Ji Ahmet Turk daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Etîketan:
    serxwebûn, kurd, parçe, dewlet, soz, Washington Post, Mesûd Barzanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de