18:32 17 Tebax 2017
Zindî
    YNK

    Ji YNK û Goranê daxuyanîya referandûmê: 3 biryar hatin eşkerekirin

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 9410

    Serkirdayetiya hevbeş ya Tevgera Goran û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan (YNK) piştî civîna îro (23 Hezîran 2017) daxuyanîyek weşandin.

    Li gor daxuyanîya her du partîyên Herêma Kurdistanê, divê piştî karkirina parlamena Herêma Kurdistanê amadekariyên baş ji bo pêkanîna referandûma serxwebûnê werin kirin.

    Li gor medya herêma Kurdistanê piştî civîna her du partîyan 3 biryar hatin eşkerekirin ku wiha ne:

    — Piştî ku Parlementoya Herêma Kurdistanê were aktîvkirin, li Herêma Kurdistanê û li deverên nakokî, ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê, amadehî dê werin destpêkirin.

    — Biryara ku beriya niha li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya li nav sînorên Silêmanî, Helebçe, Raperîn û Germiyanê hatibû dayîn, dê were pêkanîn.

    — Piştî cejna Remezanê bi taybetî ji bo çareseriya pirsgirêkên Herêma Kurdistanê dê cardin civîn were lidarxistin.

    Hat zanîn ku ji Tevgera Goran Umer Seyîd Elî, Mihemed Tofîq Rehîm, Osman Hacî Mehmûd, Samal Ebdullah û Îsmail Namiq, ji YNKê jî Hêro Îbrahîm Ehmed, Hakim Qadir Hemecan, Refet Ebdullah û Îmad Ehmed beşdarî civînê bûn.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê li ser cezayê Messî biryar da
    Dadgeha Stenbolê biryara Nazli Ilicak û Altanan da
    Serokê Partiya Tirkmenan: Tirkmen piştgirîya referandûmê dikin
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Al Jazeera: Biryara girtinê sûc e
    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de