06:38 19 Tebax 2017
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Serokê Partiya Tirkmenan: Tirkmen piştgirîya referandûmê dikin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 6860

    Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî Mihemed Sededîn da xuyakirin ku gelê Tirkmen jî dê wek hemû pêkhateyên din ên Herêma Kurdistanê piştgirîyê bidin referandûma serxwebûnê.

    Li gor nûçeya BasNewsê Mihemed Sededîn ku di heman demê de Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye li ser referandûma 25ê Îlonê ya Serxwebûna Herêma Kurdistanê wiha axivî: "Gelê Tirkmen li Herêma Kurdistanê biryara xwe daye ku weke hemû pêkhateyên din û bi dengê belê beşdariyê di referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin."

    'TI REWATÎYA PARTÎYÊN DIJAYETÎYA REFERANDÛMÊ DIKIN NÎNE'

    Sededîn herwiha bal kişand ser ku pêwendiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê tenê li ser kaxezê maye û destnîşan kir, hinek partî bi navê Tirkimenan daxuyaniyan li dijî referandûmê didin, ti rewatîya wan kesan nîne û ew kes bi navê xwe daxuyaniyan didin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Al Jazeera: Biryara girtinê sûc e
    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Pûtîn bi Erdogan re peyivî: Berjewendîyên me hev digirin
    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'
    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    Amerîka: Ji bo kontrolkirina Reqayê YPG hêza herî bibandor e
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de