10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn

    © REUTERS/ Rodi Said
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 79560

    Hate ragihandin ku hin mîlîtanên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku di çerçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn perwerdekirin, veqetiyane û tevlî YPGê bûne. Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku hin mîlîtan ji ASAyê veqetiyane û tevlî YPGê bûne.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, hatin wergirtin, veqetandina mîlîtanên ASAyê berdewam dike. Hefteya borî 60 mîlîtanên ASAyê tevlî HSDê bibûn. Doh jî 12 mîlîtanên Tuxaya Siltan Mirad ku bi ASAyê ve girêdaye, reviyana û xwe spartina HSDê.

    Berdevkê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Nurî Mehmûd ji Sputnikê re axivî.

    ‘WALIYÊN TIRK WAN HERÊMAN BIRÊVE DIBIN'

    Mehmûd eşkere kir ku veqetandina mîlîtanên ASAyê k udi çerçoveya Mertalê Firatê de Tirkiyeyê perwerdehî da wan dewam dike û got: "Gelek kes ji ASAyê cihê dibin û beşdarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dibin. Ez niha nav û hejmara wan kesan nikarim bidim, lê gelek kes ji ASAyê cihê bûne. Mehmûd ragihand ku Tirkiye Cerablûs, Ezez û cihên din wekî erdê xwe dibine û wekê Qibrisê li wan deran dinêre. Êdî ew herêm ji aliyê waliyên tirk ve tên birêvebirin. Tirkiye wan herêman wek di bin rêveberiya xwe de dibine. Tirkiye li wir statuya xwe pêk tîne. Mîlîtanên ku ji vê yekê acizin ji ASAyê vediqetin."

    Bi heman mijarî:

    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'
    Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê
    Işik: Em nameya Amerîkayê ji bo YPGê erenî dibînin
    Tirkiye bersiv da nameya Amerîkayê ya li ser YPGê
    Etîketan:
    ASA, veqetîn, mîlîtan, YPG, Sputnik, Nurî Mehmûd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de