02:10 21 Tebax 2017
Zindî
    Hasankeyf / Heskîf - Batman

    Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê

    © AFP 2017/ STR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5110

    Encamnameya komxebata "Ji Heskîfê Heta Sûrê Qirkirina Dîrok, Civak, Çand, Xweza û Bajaran Rawestînin" hate eşkare kirin. Di encamnameyê de ji bo xwedî derketina xweza û dîrokê bang li hemû partî û saziyên kurd hate kirin.

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na encamnameya komxebata "Ji Heskîfê Heta Sûrê Qirkirina Dîrok, Civak, Çand, Xweza û Bajaran Rawestînin" eşkare kir. Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Komxebat; hemû polîtîkayên qirkirin û hilweşandinê yên ji bo wêrankirina xwezayê û bajarên kurdan tên meşandin ku wekî berdewama polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê ya ji Osmaniyan heta roja me didomin nirxand. Ev polîtîka û pêkanînên li hemberî mirov, xweza, gelên Kurdistanê, dîrok, çand û hwd. li hemberî hemû nirxên hevpar pêk hatine wekî sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatiye nirxand."

    BANGA XWEDİ DERKETINA XWEZA Û DIROKÊ

    Di encamnameyê de hat ragihandin ku ji Heskîfê dest pê dike heta Zeugma-Xalfetiyê, Munzur, Teronan û Sûrê ji bo polîtîka û pêkanînên wêrankirina xweza û civakê vala were derxistin û hemû astengî ji holê bên rakirin, "Ev peywir û pirsgirêka hevpar a dînamîkên welatparêz û gelên Kurdistanê ye. Banga têkoşîna bi hev re û yekîtiya neteweyî li partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, kesayet, saziyên demokratîk ên Kurdistanî kir."

    ‘PROJEYÊN GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ NÛJEN KIRIN'

    Di dawiyê encamnameyê de wiha hate gotin: "Komxebat; balkişand ser ji Îttihat û Teraqî heta roja me; polîtîka û pêkanînên li hemberî (cihên pîroz) gel û baweriyên wekî kurd, ermen, suryan û hwd. ên li Kurdistanê dijîn, hatin meşandin re projeyên guhertina demografiyê nûjen kirin û têxin jiyanê. Bîr û baweriya ku wê gelê me yê ji dîrokê ders derxistine, di roja me de bi vîn, rêxistinî û têkoşîna hevpar dê bersiv bide wan û dê nekevin dafika van polîtîkayan, derketiye holê."

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevanê rûsî: Aferîn DYA! Piştgiriya kurdan dikî ku neyarên Tirkiyeyê ne
    Ebadî: Em rêzê li daxwazên Kurdan digirin, lê ne dema wê ye
    NY dê ji bo birêveçûna referandûmê alîkarîyê bide Kurdan
    Dewlet dixwaze tezmînata leşker û polîsan ji malbatên PKKyiyan bistîne
    Welatên ereban ji Qeterê daxwaza girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê, kirin
    Etîketan:
    dîrok, xwedî, bang, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de