18:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Wê hemwelatîyên derveyî welat jî deng bidin referandûma serxwebûnê

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)
    0 3510

    Hemwelatîyên Herêma Kurdistanê yên derveyî welat jî dê bikaribin di referandûma 25ê Îlonê de dengê xwe bikar bînin.

    Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan û Komîsyona Referandûmê Hindirîn Muhammed ragihand ku amadekarîyên ji bo pêkanîna referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê berdewam dikin û dê ji hemwelatîyên Herêma Kurdistanê yên li Bexdayê û deverên din sindoq werin danîn.

    Li gor nûçeya medya Herêma Kurdistanê Muhammed got, "Bexda jî tê de, heke pêwîst be dê li hemû deverên Iraqê sindoqên dengdanê werin danîn. Em ê li herêmên di çarçoveya madeya 140 de yên Herêma Kurdistanê jî sindoqan deynin."

    Serokê Komîsyona Referandûmê herwiha ragihand ku niha xebatên li ser dikin ku hemwelatîyên li derveyî welat jî bi rêya sîstema elektronîkî dengên xwe bidin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (166)

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    YEyê biryara dirêjkirina dema toleyên ser Rûsyayê da
    Lavrov: Her ku diçe îtibara nûnerên muxalefeta derve ya Sûrîyê namîne
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî
    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    Etîketan:
    Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de