08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Celal Talabanî

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5720

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî kir.

    Şanda bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Silêmaniyê çûn mala Celal Talabanî û zêdetirî saetekê hevdîtin kirin.

    Li gor nûçeya Rûdawê mebesta serdana Talabanî gotûbêjkirina babeta referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû ku tê xwestin hemû alî bibin yek.

    Herwiha di nûçeyê de hat gotin ku dê şanda PDKê li Silêmaniyê bi Tevgera Goran û aliyên siyasî yên din re jî bicive, lê berdevkê Goranê Şoreş Hacî daye xuyakirin ku haya wî ji vê serdanê tune ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    'Îran li dijî Tirkiyeyê derdikeve ku leşkerên xwe bişîne herêmên biewle yên li Sûriyeyê'
    UNICEF: Di sê salan de hezar û 75 zarok hatin kuştin
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    Rûsya: Îhtîmala mezin Bexdadî hatiye kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de