20:24 17 Tebax 2017
Zindî
    êzidî - jin - komkujî - qetliyam

    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4231

    Serlêdana jenosîd nasandina 'komkujîya êzidîyan' a bi destê DAIŞê hatiye kirin, gihîşt ber destê Dîwana Dadê ya Dadgeha Cezayê ya Lahey a Yekîtîya Ewropayê.

    Li gor raporta Hefnenameya Basê ya peyamnêr Derya Kiliç endamê ‘Komîsyona Bilind a Danasîna Jenosîda DAIŞê' û Şêwirmendê Mafê Mirovan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kirmanc Osman ligel nûnerên saziyên sivîl û çend aktivîstan beşdarî Dozgeriya Navnetewî ya Cezayê li Serdozgeriya Dîwana Dadê ya Laheyê bûn.

    Yusuf Mihemed Sadiqê ku beşdarî civînê bûye dibêje: "Ji bo danasîna jenosîda li hemberî Tirkmen, Kirîstiyan û Şebekan hatiye kirin tişta ji destê me bê em ê bikin. Me bo êrişên DAIŞê yên bi plankirî ku li ser kêmneteweyan hatine kirin bo ku weke ‘Jenosîd' bê naskirin serî li Dozgeriya Navneteweyî ya Cezayê daye. Serlêdana me hat pesend kirin. Di rojên pêşiya me de dê vekolîn bên kirin"

    Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend belgeyên sucên ku DAIŞê kiribûn di 24ê Mijdara 2014an de radestî Dîwana Dadî ya Laheyê kiribû.

    Li aliyê din, heyeteke girêdayî Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyîdi ziyareta xwe ya bo Iraqê de, piştî bi sedan belgeyan vedikolîne ji Konseya Ewlekarî ya NY daxwaza şandina dosyaya sucên DAIŞê bo Dozgeriya Navneteweyî ya Laheyê kiribû.

    'DIVÊ KIRYARÊN DAIŞÊ WEKE JENOSÎD BÊN PEJIRANDIN'

    Endamê ‘Komîsyona Bilind a Danasîna Jenosîda DAIŞê' û Şêwirmendê Mafê Mirovan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kirmanc Osman hevdîtin û axaftinên di civînê de ji Heftenameya Basê re nirxand. Osman destnîşan dike ku 30-35 pisporên ji civata navneteweyî beşdarî civînan bûne û wiha pê de diçe: "Di civînê de mijarên jenosîdê, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatin rojevê. Di Dîwana Lahey û Dozgeriya Navneteweyî ya Cezayê de li ser êrîşan û terzên êrîşan hat axivîn. Civîn bi mijarên cuda tên lidarxistin. Komeleyek bi taybetî êrîşên DAIŞê nîqaş dike û dinirxîne. Bi taybetî jî daxwaza ‘bila kiryarên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan ji aliyê Dozgeriya Navneteweyî ya Cezayê(DNC) ve weke ‘Jenosîdê' bê naskirin'tê kirin. Li gorî min kiryarên DAIŞê li dijî mirovahiyê ne û divê weke ‘Jenosîdê' bên pejirandin."

    "EM TEKANE BEŞDARÊN KURD IN KU LI KONFERANSÊ NE"

    Herwiha Osman diyar dike ku: "Em tekane nûnerên Kurdan e ku beşdarî vê civînê bûne. Erebên Iraqê jî tune, ji ber ku Iraqê Rêkeftina Satûya Romayê îmze nekir. Eger hûn ne xwediyê vê statûyê bin hûn nikarin beşdarî civîn û dîwanê bibin. Dema Kurdistan serbixwe bû vê rêkeftinê îmze bike dê rasterast beşdarî dîwanê bibe. Em ji bo serlêdana ‘Jenosîda li hember Êzidiyan' beşdarî vê civînê bûn. Heşda Şabî û Îran û Îraq jî di vê çarçoveyê de ketin rojevê. Ligel êrîşên DAIŞê dê kiryarên Heşda Şabî jî bên lêkolînkirin. Osman dibêje: "Min êrîş û rewşa mexdûran vegot. Min got ku divê komîsyonên navnetewî biçin van lêkolînan li cihên ku êrîş hatine kirin bikin."

    'JI BO VÊ DOZÊ SERXWEBÛN GIRÎNG E'

    Osman beşdarbûna van civînan bo serxwebûna Kurdistanê jî wiha bilêv dike: "Dema Kurdistanê serxwebûna xwe stand, Statûya Romayê jî îmze kir û li DNCê aktîf bû em ê hêsantir beşdarî dîwanê bibin û bo Êzidiyan hêsantir bixebitin, hetta em ê bo dozê dosya vekin. Bi vî awayî beşdariya me sînokirî ye. Em nikarin dozan bişopînin û xwebigihînin belgeyan."

    Osman destnîşan dike ku gelek belge di destê wan de hene ku jenosîd li Êzidiyan hatiye kirin û wiha didomîne: "Li vir hin kes û serokên siyasî weke jenosîdê lê binêrin jî heta dadwer nebêje ev ‘Jenosîde' kiryarên ku li serê Êzidiyan hatiye kirin nabe jenosîd."

    HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ SERÎ LI DNCÊ DABÛ

    Parlementoya Herêma Kurdistanê bo danasîna êrîşên DAIŞê di sala 2014an de li herêmê serî li DNCê dabû. Di parlementoyê de wê demê parlementerên jin û nûnerên saziyên sivîl di civîneke taybet de bo jinên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin civiyabûn.

    Heyeta ku îro Kurdan li Laheyê temsîl dike di sala 2014an de hatibû damezirandin. Ev heyet bo naskirina jenosîdê di şerê li dijî DAIŞ de kiryarên DAIŞê di şer de li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xebatan dike.

    Dîwana Dadî ya Laheyê îsal di 13-15ê Hezîranê de bi beşdariya 30 pisborên navnetewî yê dadî civiya û parêzeran belgeyên di derheqê kiryarên DAIŞê ku jenosîd li Êzidiyan kirine radestî dîwanê kirin. Dîwana Dadî ya Laheyê jî di civîna xwe de, li ser mînakên sûcên komkûjiyê ên mîna Ruanda, Yugoslavya, Lîbya û Kamboçyayê sekinî.

    Endamê ‘Komîsyona Bilind a Danasîna Jenosîda DAIŞê' û Şêwirmendê Mafê Mirovan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kirmanc Osman ligel nûnerên saziyên sivîl û çend aktivîstan beşdarî Dozgeriya Navnetewî ya Cezayê li Serdozgeriya Dîwana Dadî ya Laheyê bû.

    Li aliyê din Qubad Talebanî û heyeta Kurdistanî ya ligel wî dê serlêdana Belçîka û Hollandayê bike. Heyeta Kurdistanî dê serî li parlamentoya Hollanda, Wezareta Derve, Wezareta Aborî û Dozgeriya Navnetewî ya Laheyê jî bide.

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    Li Şingalê 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin
    'Îran li dijî Tirkiyeyê derdikeve ku leşkerên xwe bişîne herêmên biewle yên li Sûriyeyê'
    UNICEF: Di sê salan de hezar û 75 zarok hatin kuştin
    Diyar bû bê F-16yên balafira Şoygû tacîz kiribû yên kîjan welatî ne
    Rûsya: Îhtîmala mezin Bexdadî hatiye kuştin
    Etîketan:
    êzidî, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de