16:47 23 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (169)
    0 6411

    Serokê Herêma Kurdistanê îro 22yê Hezîranê li bajarokê Selahedîn bi şanda ji nûnerên Yekîtîya Ewropayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk dihat re civîya.

    Li gor daxuyanîya malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê, roja pênçşemê (22.06.2017) li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Patirîk Sîmon Nûnerê Yekîtiya Ewropa (YE) li Iraqê û şandeke ji balyoz, konsul û nûnerên welatên endamên YEyê re civîya.

    Di civînê de Balyozên Belçîka û Polonya li Iraqê û Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Hewlêr û Nûnerên Balyozxaneya Îtalya û Îspanya li Iraqê û Konsulên Almanya, Fransa, Holanda û Nûnerên Konsulxaneya Brîtanya, Çek û Romanya yên li bajarê Hewlêrê beşdarî kirin.

    'BI TI AWAYÎ VEGERA JI REFERANDÛMÊ NÎNE'

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji şandeya nûnerên Ewropî daxwaza piştgirîya referandûma serxwebûnê ku 25ê Îlona 2017an tê lidarxistin kir û wiha got: "Bi ti awayî veger ji biryara referandûmê nîne.'

    Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku Barzanî ji Yekîtiya Ewropayê û civaka navdewletî daxwaz kiriye: "Dijayetîyê li mafê yasayî, siruştî û Xwedayî yê gelê Kurdistanê nekin.'

    'DEWLETA IRAQÊ ŞERTÊN ŞIRÎKATÎYÊ BICIH NEANÎ'

    Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de bala kişand ser ku ‘Di destpêka jinûve damezirandina Dewleta Iraqê de gelê Kurdistanê bi şert û mercê şirîkatiyê, biryara jiyana bi dewleta Iraqê re daye, lê belê ji 1921an heta 2003yan, ne ku tenê şirîkatî nehat cîbicîkirin, hemwelatîbûna gelê Kurdistanê jî nehat cîbicîkirin û di wê serdemê de 4.500 gundên Kurdistanê hatin wêrankirin û 180 hezar xortên kurd ketin ber pêvajoya Enfalê û çarenivîsa wan nediyar e. 12.000 xortên feylî û 8.000 barzanî winda ne û herwiha li Kurdistanê kîmyabaran hate kirin û Helebçe bûye sembola wê tawanê.'

    Di civînê de nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û nûnerên partiyên Tirkmenî û Mesîhî yên Kurdistanê jî amadehî kirin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (169)

    Bi heman mijarî:

    Li Şingalê 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin
    UNICEF: Di sê salan de hezar û 75 zarok hatin kuştin
    Artêşa Tirkiyeyê: 23 leşkerên me bi 5 wesayîtên zirxî ve derbasî Qeterê bûn
    Diyar bû bê F-16yên balafira Şoygû tacîz kiribû yên kîjan welatî ne
    Li Amedê gelek karsaz hatin desterserkirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de