09:48 18 Tebax 2017
Zindî
    Şengal

    Li Şingalê 37 kes bi awayekî nediyar hatine kuştin

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5230

    Di nav salek û nîv de li navçeya Şingalê 37 kes bi awayeke nediyar hatin kuştin ku 7 ji wan pêşmerge ne.

    Piştî ku Şingal ji aliyê Pêşmerge ve ji destê DAIŞê hate rizgarkirin li Şingalê û li derdora wê di nav salek û nîv de 7 ji wan pêşmerge, 37 kes ji ber êrişên kiryar nediyar, bûn qurbanî.

    Li gorî nûçeya Rûdawê ji êrişên kiryar nediyar, 10 êriş li nahiyeya Sinûneyê û erişên din jî li Şingalê hatine kirin.

    Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayîf Seydo ragihand ku li ser van êrişan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    Nayîf Seydo diyar kir ku bi Hêzên Asayîşê re axivîne û daxwaz kirine ku tawanbar werin dîtin, lê di çarçoveya lêpirsînan de hêj ti encam bi dest neketiye.

    Welatiyên ku bûne qurbaniyên êrişên kiryar nediyar, 7 ji wan pêşmege ne û 30 jî sivîl in. Di nav qurbaniyan de jin û zarok jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
    Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
    DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
    'Fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê: Em ê nehêlin ku Şingal bibe Qendîla duyemîn'
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Şingal û Rojava bombebaran kirin
    Etîketan:
    qurbanî, nediyar, êriş, Rûdaw, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de