03:54 21 Tebax 2017
Zindî
    Berdevkê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso

    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4933

    Hate ragihandin ku Herêma Kurdistanê destûra rojnamegeran nade ku derbasî herêmên di bin kontrola PYDê de ne, bibin. Nûnerê Herêma Kurdistanê yê PYDê Xerîb Hiso ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku PDK destûra rojnamegeran nade ku derbasî Rojava bibin û PDK embargo daniye ser wan.

    Hikmet Durgun

    Têkiliyên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Herêma Kurdistanê ne baş in. Herêma Kurdistanê îdia dike ku PYDê zordariyê dike, PYDê jî Herêma Kurdistanê bi ambargoyê sûcdar dike. Deriyê sînor ya Semelka tenê deriyê sînor e di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de, lê Herêma Kurdistanê nahêle ku gelek rojnameger û nivîskar derbasî Rojava bibin. Ev yek dibe sedema nerazîbûnan.

    Di derbarê têkiliyên PYDê û Herêma Kurdistanê de Nûnerê Herêma Kurdistanê yê PYDê Xerîb Hiso ji Sputnikê re axivî.

    ‘ROJNAMEGER HATIN DESTESERKIRIN'

    Hiso eşkere kir ku Herêma Kurdistanê nahêle ku tu kes derbasî Rojava bibe û got: "PDKê bi girtina deriye sînor Semelkayê, ev du sale amabargo daniye ser Rojava. KDPê destûra gelek rojnameger, nivîskar, lêkolîner û gelek rayedaran neda ku serbasî Rojava bibin. Gelek rojnameger ji bo operasyonên Minbic, Tebqa û Reqayê xwestin derbasî Rojava bibin. Bi dehan rojnameger bo operasyona Reqayê ku buçin Rojava serlêdan kirin, lê PDKê destûr nede. Serlêdanên rojnamegerên navneteweyî jî çêbûn lê mixabin ji ber astengiyan, em ji wan re nebûn alîkar. Ji wan re gotin ku li Rojava şer heye û gelek kes ji Rojava direvin, wan tirsandin û destûr nedan. Hin rojnameger bi rêyên qaçaxî derbasî Rojava bûn û piştî ku vegeriyan bi hinceta bêdestûr derbas bûne, hatin desteserkirin. Rojnameger dixwazin şerê li dijî DAIŞê bişopînin, lê PDK destûra wan nade.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Em bi dijberiya Sûriyeyê re li ser parvekirina petrolê neaxivîn
    ENKS: PYD rêvebirên me digre
    PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin
    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    PYD: Tirkiye dixwaze pêvajoya aştî ya Sûriyeyê têk bibe
    Etîketan:
    destûr, rojnameger, Sputnik, Xerîb Hiso, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de