09:55 24 Nîsan 2018
    YNK

    ‘Referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê ye'

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 40

    Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya YNKê Hakim Qadir Hemecan ragihand ku YNK di çend rojên pêş de nûnerê xwe bo komîta referandûmê nîşan dike.

    Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê YNKê Hakim Qadir Hemecan di civîna rojnamevanî de got: "Kurd li Iraqê her dem bindest û mezlûm bûn, ji destpêka dirustbûna dewleta Iraqê ve, gelê kurd bê rizamendiya xwe û bi zorê bi Iraqê ve hatiye xistin, ji ber wê jî heta niha gelê kurd di xebat û têkoşînê de ye."

    Hakim Qadir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di polîtburo û serkirdayetiya YNKê de, me biryar daye ku referandûm wek fişarê bikar nayînin, referandûm bo serxwebûna gelê me ye. Aktîvkirina parlementoyê ji bo karibin tevahiya pirsên niştimanî û netewî di çarçova yasa de dabirêjin û karekî girîng û pêwîst e, ji ber wê em encamdana referandûmê û serxwebûna Kurdistanê bi aktîvkirina parlementoyê ve girê didin."

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Şandeya NYê bo referandûmê serdana Herêma Kurdistanê kir
    ‘Vatîkan û Îtalya piştevanê serxwebûna Kurdistanê ne'
    YEyê li ser referandûma Herêma Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir
    Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê daxwaza referandumê dike, em dev jê bernadin
    Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Endamê Desteya Karîger a Polîtboruya YNKê, Hakim Qadir Hemecan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de