06:05 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Koçber

    Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1511

    Berpirsa Ofîsa Karûbarên Penaberan a Komîsyona Netewên Yekbûyî (NY) li parêzgeha Duhokê, Ann Dollan ragihand ku Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwazî li koçberên Sûriyê kiriye.

    Ann Dollan di daxuyanîya xwe ya ku di Rûdawê de hatiye weşandin de got, tevî ku krîza aborî li Herêma Kurdistanê heye jî Kurdistanê baştirîn pêşwazî li koçberan kiriye.

    Dollan wiha axivî: "Herêma Kurdistanê baştirîn dever bû ku pêşwaziya koçberên Sûriyê kiriye. Koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê dikarin bi azadî çûn û hatinê bikin, herwiha dikarin derfetên kar ji xwe re peyda bikin, ji aliyekî din ve koçberên Sûrî jî bandoreke wan a erênî li ser civakê hebûye. Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke baş ji koçberan re kiriye tevî ku krîza aborî û siyasî li Herêma Kurdistanê heye."

     

    Bi heman mijarî:

    Li stasyona trenê ya Brukselê teqîn: Kesek hat bêbandorkirin
    Serokê Waizên DAIŞê Turkî el Bînalî hat kuştin
    'Dibe leşkerên amerîkî li axa Ûkraynayê bên bicihkirin'
    Xamaney û Rûhanî ji Ebadî xwestin, nehêle Iraq parçe bibe
    Xebatkarên Radyoya DAIŞê ya li Mûsilê hatin girtin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûriye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de