22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê-ala kurdan

    Şandeya NYê bo referandûmê serdana Herêma Kurdistanê kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (103)
    0 2531

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Nûnerê Taybet yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kubis derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

    Jan Kubis û şanda NYê li bajaroka Pîrmamê ya girêdayî Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê de got, Barzanî û Kubis li ser mijara referandûmê û pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

    Hate diyarkirin ku Barzanî û Nûnerê NYyê, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî nirxandine û nêrînên xwe derbarê wan mijaran de anîn ziman.

    ‘PIŞTGIRIYA BIRÊVEÇÛNA GOTUBÊJÊN DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DIKIN'

    Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, şanda Netewên Yekbûyî ya bi serokatiya Jan Kubis tekezî li ser wê yekê kirine, ku ew piştevaniyê li birêveçûna gotûbêjên aktîv di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di her du qonaxên berî referandûmê û piştî referandumê dikin.

    Jan Kubis di vê hevdîtinê de hêvî kiriye ku hemû arîşeyên navbera Kurdistanê û Iraqê bi şêweyeke aştiyane werin çareserkirin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (103)

    Bi heman mijarî:

    HUDA-PAR: Divê rêz li biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê bê girtin
    HDP: Em bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê
    ‘Kurdên Kakeyî piştgirîyê didin referandûma serxwebûna Kurdistanê’
    Budçeya bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana eşkere bû
    Partiyên tirkmen piştgiriya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin
    Etîketan:
    referandum, serxewebûn, serdan, Jan Kubis, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de