22:16 28 Hezîran 2017
Zindî
    YPG

    PYD: Em bi Erebistana Siûdî û welatên Kendavê re neciviyan

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8350

    Hatibû îdiakirin ku welatên Kendavê ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike bi navbeynkariya Amerîkayê li dijî rêveberiya Sûriyeyê û Îranê bi PYDê re hevdîtin li Herêma Kurdistanê pêk anîne. Nûnerê Silêmaniye yê PYDê Xerîb Hûso ji Sputnikê re ragihand ku hevdîtineke wiha nekirine.

    Hikmet Durgun

    Li gorî nûçeya NRT TVyê ku li bajarê Silêmaniyeyê ya Hêrêma Kurdistanê weşanê dike nûnerên Amerîka, Brîtanya, Erebistana Siûdî, Urdun û Mîrektiyên Ereban bi şandeyekê kurdan ê di bin serokatiya Hevserokê PYDê Salih Mislim de hevdîtin pêk aniye.

    ‘BIRYARA PIŞTGIRÎDAYÎNA YPGê HAT DAYÎN'

    Hat îdiakirin ku di civînê de rawestandina bi pêşveçûna li sînorê Sûriye-Iraq-Urdunê ya hêzên Sûriyeyê û mîlîtanên Heşdî Şebî hatiye axaftin û biryara piştgirîdayîna YPGê hatiye dayîn.

    Di nûçeyê de hat îdiakirin ku welatên ereban ên li Kendavê ji bo rawestandina bi pêşveçûna li sînorê Sûriye-Iraqê yên mîlîtanên Heşdî Şebî, piştgirîdayîna madî, leşkerî û siyasî bo hêzên YPGê yên kul i herêmê bên bicihkirin, hatiye dayîn.

    Hat eşkerekirin ku biryara bicihkirina hêzên YPGê li herêma El Tanafê ya li sînorê Urdun-Sûriye-Iraqê, hat dayîn.

    ‘DERIYÊ ME JI KESÊN KU PIŞTGIRÎ DIDIN ŞOREŞÊ RE VEKIRIYE'

    Nûnerê Silêmaniye yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hûso di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî.

    Hûso destnîşan kir ku wek PYDê bi welatên erebên Kendavê û Erebistana Siûdî re li Silêmaniye yê ti civîn pêk neanîne û nûçeyên di vê mijarî de jî derew in.

    Hûso li ser pirsa tê îdiakirin ku têkiliyên PYDê û Erebistana Siûdî baş bûne de got: "Başbûna têkiliyên PYDê bi Erebistana Siûdî re nerastin. Em 6 sala li Sûriyeyê din av şoreşeke de ne. Em wek PYDê de partiyeke siyasî ne û xebatên siyasî dikin. Deriyê me ji herkesi re vekiriye. Rêya me diyar e. Rêya şoreşa Rojava diyar e. Deriyê me ji kesên ku piştgirî didin şoreşa Rojva û kî dixwaze têkiliyan bi me re başbike re vekiriye."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: PYD rêvebirên me digre
    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    PYD: Tirkiye dixwaze pêvajoya aştî ya Sûriyeyê têk bibe
    'Belgeyeke nepenî: PYD çalakiyên terorê li dijî Tirkiyeyê nekirine'
    Avakarê AKP: Divê hevdîtinên Dolmabahçeyê bi beşdariya PYD jinûve dest pê bikin
    PYD: Emê li Minbîcê Rêveberiya Xweser îlan bikin
    Etîketan:
    piştgirî, hevdîtin, YPG, Sputnik, Xerîb Hûso, Salih Mislim, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de