11:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    ‘Vatîkan û Îtalya piştevanê serxwebûna Kurdistanê ne'

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7552

    Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêzan Salih di axaftina xwe de destnîşankir ku hem Vatîkan û hem jî Îtalya piştevanê serxwebûna Kurdistanê ne.

    Li gorî nûçeya BasNewsê dîplomata kurd û nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Salih di, hevpeyvîna xwe de dibêje "Berpirs û rayedarên hikûmet û partiyên siyasî yên Îtalyayê bi kêfxweşî piştevaniya referandum û serxwebûna Kurdistanê dikin û dibêjin ku mafê her miletekî heye ku bibe xwedan statû."

    Rêzan Salih di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Berpirsên Îtalya bi taybetî Wezîra Parastin a Îtalyayê Roberta Pînotî gelekî ji Pêşmerge hez dike û pesnê mêrxasî û şerkeriya Pêşmerge dide. Carekî Wezîra Parastin a Îtalyayê ji min re got ‘ez jî Pêşmerge me' û hezkirina xwe bo Pêşmerge nîşan da. Îtalya hetanî demeke nêzîk wê hinek pêşmergeyên birîndar derman bike."

    Dîplomata kurd li Îtalyayê behsa helwesta dewleta olî ya Vatîkanê jî li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê kir û got: "Mezinên Vatîkanê bi taybet Papayê Vatîkanê bi germî li mijara serxwebûna Kurdistanê dinêre û dibêje, ‘eger serxwebûna Kurdistanê bibe sebeba xurtbûna aştî û aramiyê, tiştekî pîroz û baş e'. Me jî di hevdîtinên xwe de ji Papa re gotiye ku li Kurdistanê ji bilî kurdan gelek pêkhateyên din dijîn û hemû jî di nav aramiyê de ne. Lê ji bo ku ew aştî û azadî hîn xurttir bibe divê Kurdistan bibe welatekî serbixwe, serxwebûna Kurdistanê jî li dijî ti welat û aliyekî nîne."

    Bi heman mijarî:

    ‘Malikî hewla xwe ya li dijî referanduma Kerkûkê derxist asta herî bilind'
    Milîtanan bi 3 aliyan ve êrişî hêzên kurd kirin: Gelek kuştî û birîndar hene
    'Kurd li benda ti kesî namînin'
    Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e
    Dunford: Wê Barzanî û Ebadî li ser referanduma serxwebûnê bixebitin
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Îtalyayê, Rêzan Salih, Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de