11:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Rêxistinên cihadîst

    Milîtanan bi 3 aliyan ve êrişî hêzên kurd kirin: Gelek kuştî û birîndar hene

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30530

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê nîvê şevê li navçeya Xurmatûyê bi 3 aliyan ve êrişî sengerên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

    Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Zerge yê Xurmatûyê bi tundî bersiv da êrişa terorîstên DAIŞê û şer û pevçûnên navbera herdu aliyan zêdetirî 3 seetan dewam kir û piştî şerê dijwar ê 3 seetan êrişa DAIŞê hat têkbirin. Li gorî çavkaniyên herêmî di şer de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û 3 Pêşmerge jî bi sivikî birîndar bûne.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, terorîstên DAIŞî bi 3 aliyan ve êrîşê çeperên pêşmergeyan kirin, Pêşmerge êrişa wan têk bir û di şer û pevçûnan de 4 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatine kuştin. Termê 2 milîtana kete destê Pêşmerge. Lê 2 termên din di navbera çeperên Pêşmerge û DAIŞiyan de mane.

    Herwiha derbarê ziyanên DAIŞê de fermandarên Pêşmerge dibêjin di vê pevçûnê de gelek milîtanê DAIŞê hatine kuştin, lê rêxistin ji bo têkçûna xwe nede nîşandan termê wan bi xwe re birine. Li gorî agahiya fermandarên Pêşmerge nêzîkî 60 milîtanê DAIŞê beşdarî vê êrişê bûne.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e
    'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Etîketan:
    Êrişa DAIŞê ya ser Xurmatûyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de