11:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    'Kurd li benda ti kesî namînin'

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4830

    Sekreterê Giştî yê PSDK Mihemedê Hacî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku em ê serdana Bexdayê bikin û ji wan re bêjin em dixwazin serxwebûna xwe ragihînin û bibin du cîranên baş.

    Li gorî nûçeya BasNewsê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd di axaftina xwe de got: "Komîteya referandumê ku hatiye avakirin wê hemû amadekariyên referandumê bike. Em ê serdana Bexdayê bikin û ji wan re bêjin em dixwazin serxwebûna xwe ragihînin û bibin du cîranên baş."

    Hacî Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe dibêje: "Yekemîn karê komîteya referandumê ew e ku heyetekê bişîne Bexdayê. Heta niha gelek caran ji Bexdayê re hatiye gotin ku gelê Kurdistanê dixwaze bi destê xwe qedera xwe diyar bike, lê wisa xuya dike Bexdayê hîn ev mesele cidî negirtiye ji ber wê jî vê carê em ê vekirî bi Bexdayê re bêjin."

    ‘KURD LI BENDA TI KESÎ NAMÎNIN'

    Sekreterê PSDKê got: Heyeta ku ji bo referandumê here Bexdayê ne ji bo ku guhdarî nêrîna Bexdayê bike diçe. Ew heyet ku diçe Bexdayê dê ji rayedarên Iraqî re bêje ku gelê Kurdistanê dixwaze referanduma xwe pêk bîne. Dê vê jî ji wan re bêjin ku me heta niha wisa dizanîbû ku em şirîk û hevbeş in, lê derket holê ku wisa nîne, ji ber wê jî em dikarin bibin du cîranên baş."

    Siyasetmedarê Herêma Kurdistanê di dirêjiya axaftina xwe de got: Referandum ji bo serxwebûnê tê kirin. Divê her kes vê yekê bizanibe ku referandum ji bona serxwebûnê û çareserkirina kêşeyan e û êdî gelê Kurdistanê li benda ti kes û tiştekî namîne."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e
    'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Dozgerê tirk: ‘Kurdistan tune ye û wê ti caran nebe jî'
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Sekreterê PSDKê, Mihemedê Hacî Mehmûd, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de