22:17 28 Hezîran 2017
Zindî
    Petrol- OPEC

    Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e

    © REUTERS/ Darren Whiteside
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13950

    Kaneyên xaz û petrol ên Kurdistanê nêzî Libyayê ye û piştî ragihandina serxwebûnê di nava welatên endamên OPECê de wê bibe welatê 8emîn ku petrola wê heye.

    Dewlemendiya xaz û petrola Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê dibe nexşeya enerjî ya Rojhilata Navîn biguherîne û ev petrol û xaz ji niha de xwediyê şirketên mezin geş û xweş dike. Li gorî daneyên fermî Kurdistan xwediyê kaneya 45 milyar bermîl petrol e. Kurdistan bi vê potansiyela xwe Cezayîr û Qetar jî di nav de ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e.

    Li gorî pisporan welatên Gabon, Endonezya, Ekvador, Angola û Cezayîr ku ekonomiya wan li ser petrolê dimeşe kaneya wan a petrolê ya her 5 welatan 35 milyar bermîl e û dema Kurdistan bi van welatan re tê qiyaskirin girîngiya wê derdikeve holê.

    Dîsa li gorî pisporan ji sedî 31 petrola Iraqê li Herêma Kurdistanê ye û heke herêm serxwebûna xwe ragihîne wê girîngiya Iraqê di nava bazara cihanê de ya petrolê de bikeve û dibe têkeve krîza aborî.

    Bi heman mijarî:

    'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike
    Şirketa navdar a turîzmê: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
    Etîketan:
    Kaneya xaz û petrola Kurdistanê, OPEC, Dewlemendiya xaz û petrola Kurdistanê, Iraq, Qetar, Cezayir, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de