15:56 20 Hezîran 2018
Barzanî û Ebadî

Dunford: Wê Barzanî û Ebadî li ser referanduma serxwebûnê bixebitin

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 41

Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Joseph Dunford helwesta xwe ya derbarê referanduma Herêma Kurdistanê de eşkere kir ragihand ku wê Barzanî û Ebadî li ser referandumê bixebitin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Joseph Dunford derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de got: Dive Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Heyder Ebadî kar li ser wê mijarê bikin. Derbarê referanduma kurd de, ew yek ji Serok Barzanî û Serokwezîr Ebadî re hatiye hiştin, da ku kar li ser wê mijarê bikin.

Sererkanê Amerîkayê da xuyakirinku armanca me ev e ku tenahî û îstiqrar li iraqeke xwedan serwerî hebe. Ji bo têkşikandina rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê, em piştevaniyê li hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikin.

Piştî civîna berfireh a partî û aliyên siyasî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re di 7ê Hezîrana îsal de, biryara diyarkirina roja 25ê Îlona 2017an weke roja sazdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibû nîşankirin.

Bi heman mijarî:

Sererkanê Amerîkayê Dunford: Em ê bi Trump re li ser Pirsa Kurd a Herêmê biaxivin
Serfermandarê Amerîkayê Dunford derbarê Gulen da daxuyanî da
Sererkanê Amerîkayê Dunford tê Enqereyê
Dunford û Akar li Baregeha Încîrlîkê hevdîtineke suprîz pêk anîn
Dunford û Akar li Incirlikê hevdîtinekê pêk tînin
Etîketan:
Biryara encamdane referanduma Kurdistanê, Sererkanê Giştî yê Amerîkayê, Joseph Dunford, Kurdistan, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de