09:43 21 Tebax 2017
Zindî
    Mûsil

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge li ser operasyona Hewîceyê daxuyanî da

    © REUTERS/ Andres Martinez
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3120

    Piştî ku operasyona Mûsilê ya rizgarkirina ji DAIŞê gihîşt qonaxa dawî, hat ragihandin ku li demeke nêzîk operasyona bajarokê Hewîceyê ku dikeve 40 kîlometre rojavayê Kerkûkê li nêzîk destpê dike.

    Hîkmet Durgun

    Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hikmet ji Spûtnîkê re li ser mijara operasyona Hewîceyê axivî û got, "Wek hêzên Pêşmerge plana me ya standina Hewîceyê ji destê DAIŞê heye. Amadekarîyên me hene. DAIŞ ji Mûsilê ber bi Hewîceyê direve."

    Hikmet herwiha bibîr xist ku li Hewîceyê hejmareke zêde milîtanên DAIŞê û xelkê sivîl heye û diyar kir, "Me wek hêzên Pêşmerge berîya operasyona Mûsilê dixwest ku operasyona Hewîceyê destpê bike. Lê arteşa Iraqê bi Mûsilê destpê kir û pêşî ew pêk hat. Piştî Mûsilê jî dê operasyona Hewîceyê li nêzîk destpê bike."

    'HEBÛNA DAIŞÊ YA LI HEWÎCEYÊ JI BO KERKÛKÊ GEFEK E'

    Helgurt Hikmet destnîşan kir, "Hewîce ji bo Herêma Kurdistanê cihekî gelekî girîng e, lewra nêzîkî bajarê Kerkûkê ye. Hebûna DAIŞê ya li Hewîceyê ji bo Kerkûkê gefek e. Heger Hewîce bê standin, dê xeterîya li ser bajarê Kerkûkê jî ji holê rabe."

    FERMANDARÊ HEŞDÎ ŞEBÎ: LI DEMEKE NÊZÎK OPERASYONA HEWÎCEYÊ DESTPÊ DIKE

    Fermandarekî Heşdî Şebî yê bi navê Alî Haşim Huseynî jî ji Spûtnîkê re li ser operasyona Hewîceyê bal kişand ser ku milîtanên DAIŞê ji Mûsilê direvin bajarê Hewîceyê û da zanîn ku dê li demeke nêzîk operasyon destpê bike.

    Bajaroka Hewîce ku 40 kîlometre dikeve rojavayê Kerkûkê ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Amerîkî nameya çekên ku didin YPGê ji Tirkîyê re şand
    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    Hejmara miriyên şewata Londrayê derket 79an
    Barzanî: Biryara referandûmê bêveger e
    YEyê li ser referandûma Herêma Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir
    Erebistana Siûdî 3 leşkerên Îranê desteser kir
    Etîketan:
    Helgurt Hikmet, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de