22:14 28 Hezîran 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî: Biryara referandûmê bêveger e

    © AP Photo/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4340

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li bajaroka Selahedîn a Hewlêrê bi şandeya Iraqî ya bi seroktîya Serokê Parlamena Iraqê Selîm Cîburî re civîya.

    Di hevdîtina ku 19ê Hezîranê li nivîsgeha Serokatîya Herêma Kurdistanê ya Selahedîn hat kirin de, nûnerên siyasî yên parlamena Iraqê digel Selîm Cîbûrî amadehî kirin.

    Li gor daxuyanîya malpera fermî ya Serokatîya Herêma Kurdistanê di civîna bi şandeya Iraqî re de, rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, şerê azadkirina Musilê, qonaxa piştî DAIŞê, rewşa navçeyên azadkirî û rewşa koçberan hat guftûgokirin û herwiha li ser hevkêşeya siyasî ya navxweyî ya Iraqê û hilbijartinên pêş yên Parlemena Iraqê hatiye rawestîn.

    ‘BIRYARA REFERANDÛMÊ BÊ VEGERANE YE'

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser referandûma serxwebûnê ji şandeya Iraqî re binpêkirinên destûra Iraqê bi bîr xistin.

    Di daxuyanîyê de li ser mijarê wiha hat gotin: "Biryara referandûma gelê Kurdistanê biryareke bê vegerane ye û tekez jî li wê yekê kir ku Kurdistan dûrî tundiyê û bi sûdwergirtina li amrazên aştiyane û guftûgoyê û hev du têgihîştina ligel aliyên Iraqiyan kar ji bo bicihkirina mafên xwe dike."

     

    Bi heman mijarî:

    YEyê li ser referandûma Herêma Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir
    Erebistana Siûdî 3 leşkerên Îranê desteser kir
    Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattis û Fikri Işik dê hevdîtin pêk bînin
    Hewramî bi şandeya tirk re li ser referandûmê axivî
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    'Dibe Sûriye bersiva hêzên koalîsyonê ku balafira wan xist bide'
    Etîketan:
    Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de