22:14 28 Hezîran 2017
Zindî
    YE

    YEyê li ser referandûma Herêma Kurdistanê helwesta xwe eşkere kir

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (103)
    0 13540

    Piştî civîna Luksembûrgê ya Wezîrên Derve yên endamên Yekîtîya Ewropayê(YE)ya 19ê Hezîranê, li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê daxuyanîyeke hevbeş hat ragihandin.

    YE: JI HEWLÊN YEKALÎ DÛR BISEKININ

    YEyê li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyên Iraqê kir ku xwe ji hewlên yek alî dûr bigirin. YEyê di daxuyanîya hevbeş de, piştgirî da Iraqeke yekgirtî, yekparçe û xwedî serwerî.

    Wezîrên Derve yên YEyê herwiha xwestin ku aliyên Iraqî xwe ji hewlên yek alî dûr bigirin û mijaran bi rêyên du alî û gotûbêjên li ser bingeha cîbicîkirina tevahiya destûra Iraqê çareser bikin.

    YEKÎTÎYA EWROPAYÊ DAXWAZA GOTÛBÊJÊN AVAKAR KIR

    Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: "Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, hemahengiya xwe ya ewlehiyê û serkeftî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de zêdetir bikin. Herwiha dest bi gotûbêjên avakar bikin li ser hemû mijarên siyasî û aborî, di nava wan de jî deverên ku nakokî li ser hene."

    Wezîrên derve yên YEyê destnîşan kirin: "Yekîtiya Ewropa daxwaz ji hemû aliyên Herêma Kurdistana Iraqê dike, li dû zemîneke hevbeş bigerin û saziyên demokratîk aktîv bikin. Herwiha hizir li pêkanîna hilbijartinên navxweyî bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (103)

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî 3 leşkerên Îranê desteser kir
    Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattis û Fikri Işik dê hevdîtin pêk bînin
    Hewramî bi şandeya tirk re li ser referandûmê axivî
    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne
    Rojnamevanê kurd di encama teqîna bombeyê de can da
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de