09:20 23 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Ofîsa Pêwendiyên Derve: Dinya piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3811

    Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku raya giştî ya dinyayê piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

    Felah Mistefa di axaftina xwe ya ser referanduma serxwebûna Kurdistanê de ji ajansa Spûtnîkê re got: "Gelê Kurdistanê gelek derd û êş kişandiye û gelek zilm lê hatiye kirin ji ber wê jî divê çareyek ji vê yekê re were dîtin. Referandum dê bibe dermanê vî derdî."

    Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herêma Kurdistanê her dem hewl daye wek beşek ji Iraqê bimîne û mafên xwe bistîne lê berpirsên Bexdayê nexwastine û naxwazin mafên Kurdistanê bidin ji ber wê jî biryar daye referandumê pêk bîne."

    Dîplomatê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku referandum wê kêşeyan çareser bike ne bibe kêşe. Tenê gelê Kurdistanê dikare biryar bide referandum were encamdan an na.

    Li gorî daxuyaniya Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve Felah Mistefa gelê Kurdistanê piştrast kiriye ku raya giştî ya cîhanê piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike, ew ji helwesta hinek welatan, ku li dijî referandumê ne, fêhm dikin, lewma helwesta wan welatan ji ber pîvan û pirensîbên navdewletî ye.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Em bê şert û merc piştgirî didin referandûma serxwebûna Kurdistanê
    Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê daxwaza referandumê dike, em dev jê bernadin
    Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
    Enîya Tirkmen ji bo ala Kurdistanê doz vekir
    'Partîya Iraqî ji bo referandûmê piştgirî da gelê Kurdistanê'
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de