09:23 23 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Xwekujên endonezî û pakistanî êrişî hêzên pêşmerge kirin: Kuştî û birîndar hene

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19331

    Xwekujên rêxistina terorît a DAIŞê li navçeya Xurmatûyê êrişî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Di şer û pevçûnan de 4 xwekujên DAIŞî hatin kuştin û Pêşmergeyek jî birîndar bû. 0

    Li gorî nûçeya Rûdaw, îro berê sibehê 04.00an li rojavayê navçeya Xurmatû, 4 milîtanên xwekuj ên DAIŞê êrişî baregaha Fewca 4 a Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmerge kirin. Li gorî gotina pêşmergeyên Fewca 4, di dema êrişê de zêdetirî 2 seetan pevçûn derketiye û paşî milîtanên xwekuj xwe gihandine jûrekê fewcê û pêşmergeyan jî ew dorpêş kirine. Di dema dorpêçê de DAIŞiyan xwe teqandine. Hate gotin, ku çekdarên êrîş kirine pakistanî û endonezî bûne.

    Li gorî çavkaniyên herêmê di vê êrişê de tenê pêşmergeyek birîndar bûye. Herwiha piştî vê êrîşê Hêzên Pêşmerge li herêmê dest bi operasyonê kirine. Hate gotin ku milîtanên êrîş kirine pakistanî û endonezî bûne.

    Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û 100 kîlometreyan ji nevanda bajarê Tikrîtê dûr e. Hejmara niştevanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û ji sedî 60 kurd, ji sedî 25 tirkmen û ji sedî 15 jî ereb in.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo hêza Pêşmerge fermandarekî nû hat tayînkirin
    YNK: Kurd wê bi referandumê tola xwîna Pêşmerge bistîne
    Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
    Fermandarê amerîkî ji bo Pêşmerge Heşdî Şebî hişyar kir
    Fermandarê Heşda Şebî: Kolandina xendekan ne ji bo Pêşmerge ye
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de