09:23 23 Tebax 2017
Zindî
    Mehmet Alkış

    'Kurdistan ji bo pêşi girtina Îranê dikare bibe heremek tampon'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 23640

    Akademîsyenê kurd û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkiş gengeşiyên li Rojhilata Navîn Sputnik Kurdistanê re nirxand û diyarkir ku ji bo serxwebûnê destê kurdan xurte û dewletên navneteweyî jî serxwebûnê erenî dibînin û ragihand ku Amerîka dixwaze pêşiya Îranê bigire, ji bo pêşîgirtina girtina İranê Kurdistan dikare bibe heremek tampon.

    Akademîsyenê kurd û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkiş gengeşiyên li Rojhilata Navîn Sputnik Kurdistanê re nirxand. Alkiş anî ziman gengeşiyên li heremê nîşan dide ku sazkirina ji nû ve ya Rojhilata Navin gîhiştîye merheleyek nû aktorên nû derketine holê. Alkiş balkişand ser politikayên Amerîkayê û wiha axivî: "Berîya Tramp politîkaya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn ew bu ku rêveberiyên demokratik û bi pergalên navnetewî re li hevhatî bin bibin desthilatdar. Bi 'Bihara Ereban' re hat xwestin ku ev polîtîka di nava jiyanê de pêk were. Yekitîya Ewropa jî wê demê ev heman polîtîka meşand. Her wiha Rusya jî ne xwest ji vê pêvajoyê dûr bimîne û ew jî daxil bu. Hêzên heremê weke Tirkiye, Îran û Erebistana Sûudî jî xwestin ku ji bo gûhertinên li heremê li gorî berjewendiyên wan bibe piştî 'Bihara Ereban' ew jî ketin nava tevgerekê."

    'DEWLETÊN NAVNETEWİ DIXWAZIN KU KURD BI AKTOR BIN'

    Akliş diyarkir ku Amerîka xwest van gûhertinan taybetî bi hêzên heremî re pêk bîne û bi vê yekê hêzen heremê bandora xwe ya li qadê xurt kirin û got: "Lê di demên dawî ya reveberîya Obama de tê dîtin ku ev polîtîka hat gûhertin. Amerîka û Rusya jî dixwazin ku kurd li Rojhilata Navîn bibin aktorek. Operasyona Reqayê jî ji bo gûhertîna heremê gavek e. Piştî ku Reqa ji DAIŞê hat standin dê li Suriyeyê di nava aktorên heremî de gerana hevsengî pêk were."

    'JO BO SERXWEBUNÊ DESTÊ KURDA XURTE'

    Alkiş, balkişand ser biryara referandumê ya Herema Kurdistanê û wiha axivî: "Di encama lêgerîna sazkirina heremê de li Herema Kurdistanê derfeta serxwebunê derket holê. Niha destê Herema Kurdistanê xurte. Dewletên navnetewî jî ne li dijî vê biryarê ne û erenî dibînin. Biryara referafondûmê dê bandorek sîyasî û derûnî li ser heremê bike. Îran li hember vê derdikeve. Amerîka dixwaze ku pêşiya Îranê bigire. Ji bo pêşi girtina Îranê, Kurdistan dibe ku bibe weke heremek tampon. Tirkiye ji ber siyaseta hevseng ya navxweyî bertek nîşan dide lê raste rast li dijî wê dernakeve. Têkiliyên Tirkiyê yên aborî hene. Eger Tirkiye bixwaze pêşiya Îranê bigire ji bo ku kurd li wir bibin tampon dê qebul bike. Erebistana Sûudî jî ji ber ku dê li heremê bandora Îranê bişkîne vê biryar erenî pêşwazî kir."

    'DI NAVBERA QETER Û SUUDÎ-MİSİR DÊ ALOZİ BILIND DIBE'

    Alkiş, li ser krîza Qeterê jî axivî û buyerên dawî wiha şîrove kir: "Piştî ku Trump bû serok Amerîka dixwaze ku bi pêşengîya Erebistana Sûudî bi Misir û welatên kendavê re hevkarî bike. Berîya Trump di polîtîkaya derve de ji bo sîyasetek hevseng Qetar di pêş de di hate dîtin, lê di dema nû de tê dîtin ku dê bi Erebistana Sûudî û Misir re ev xurt bibe. Di vê germiçangê de nêrina ku dijberîya Qeter ya Îranê têr nake heye. Tê xuya kirin ku di pêşerojê de dê di navbera Qeter germiçanga Erebistan û Misirê de dê alozî bilind bibe. Lê piştre di navbera van aktoran de têkiliyên siyasî, aborî û çandî dê li hevhatinek nû bîne. Di pêşerojê de bi alozîya mezhebî li Rojhilata Navîn sazkirinek nû tê xuya kirin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Şêwirmendê Barzanî: Referandûm wê li Kerkûkê jî bê lidarxistin'
    Pîre: Referandûm ne taktîk e, em ne mecbûr in ji kesî bipirsin
    PDK û YNK: Divê Parlemento di xizmeta referandûm û serxwebûnê de be
    PDKê nêrîna YNKê ya liser referandûm û parlamentoyê eşkere kir
    HDP: Ev referandûm seqet e û nayê serrastkirin
    Etîketan:
    tampon, kurdistan, herêm, referandûm, Sputnik, Mehmet Alkiş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de