22:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Şandeya Partîya Kongreya Niştîmanî (Elmutemer Elwetanî ElIraqî) ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    'Partîya Iraqî ji bo referandûmê piştgirî da gelê Kurdistanê'

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Partîyeke Iraqê bi navê Partîya Kongreya Niştîmanî (Elmutemer Elwetanî ElIraqî) piştgirîya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir.

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Kongreya Niştimanî ya Iraqî kir.

    Li gor daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê ku li ser malpera fermî hatiye weşandin, Partîya Kongreya Niştîmanî ya Iraqê Aras Hebîb Kerîm Sekreterê Giştî yê Partiyê ye piştgirîya xwe bo referandûma 25ê Îlona 2017an ragihand.

    Di daxuyanîyê de hat gotin, "Şandeyê piştevaniya xwe bo mafê rewa ya diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê û encamdana referandûmê derbirî û amadehiya xwe bo hemû cure piştevaniyekê bo serkeftina zêdetir a wê proseyê nîşan da."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got, "Niha gelê Kurd dixwaze raya xwe bigihîne civaka navdewletî û bi riya aştiyane û diyalogê û jihevtêgihiştinê daxwaza mafê xwe dike."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê êriş: Mirî û birîndar hene
    Tillerson: Nabe têkiliyên Amerîka û Rûsyayê wek ên niha xirab bin
    Pûtîn: Em ê bersivên guncaw bidin hemû çalakîyên NATOyê
    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe
    Parlamenteriya, parlamentera HDP hate betalkirin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de