05:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Qubat Talbanî

    Telebanî: Herêma Kurdistanê di qonaxekî dîrokî de ye

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ye û divê ji ber vê yekê her kes bi hesasiyet tevbigere.

    Qubad Talebanî li Brûkselê paytexta Belçîkayê li gel endamên Komîsyona Hevkarî û Geşepêdana Rojhilata Navîn a Yekîtiya Ewropayê civînek pêk anî.

    Li gorî ragihandina Meclîsa Wezîran Qubad Talebanî diyar kiriye ku Pêşmerge berê û niha şerekî tûnd li dijî DAIŞê pêk aniye û heta yek mîlîtanê DAIŞê li Iraqê bimîne jî dê bike.

    ‘DAIŞ NE TENÊ JI BO KURDISTANÊ IRAQÊ Û SÛRIYEYÊ METIRSIYE'

    Herwiha Talebanî eşkere kiriye ku her kes dizane DAIŞ ne tenê ji bo Iraq, Kurdistan û Sûriyê metirsiye, ji bo hemû cîhanê xetere ye û divê ji holê were rakirin.

    Telebanî li ser qonaxa piştî DAIŞê jî destnîşan kiriye ku ji aliyê leşkerî ve dawiya DAIŞê tê. Ji bo ku bermahiyên rêxistinê li deverên ku hatine rizgarkirin nemine hevsengiyeke siyasî û civakî divê were dabînkirin.

    ‘HERÊMA KURDISTAN DI QONAXEKÎ DÎROKÎ DE YE'

    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên siyasî hene. Herêma Kurdistanê di qonaxeke dîrokî de ye. Ji bo ku guhertin di berjewendiyên gel de bin, divê aliyên siyasî bi hesasiyet tevbigerin. Reformên ku Herêma Kurdistanê dane destpêkirin başbûnê dide nîşandan û dê baştir jî bibe."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdên Kakeyî piştgirîyê didin referandûma serxwebûna Kurdistanê’
    ‘Parlamena Kurdistanê tê çalakkirin û wezîrên Gorranê vedigerin’
    Brîtanyayê helwesta xwe ya bo referandûma Kurdistanê eşkere kir
    Erdogan di derbarê biryara referandûma Kurdistanê de axivî
    Wezîrê îsraîlî: Bila Amerîka û Îsraîl piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Etîketan:
    DAIŞ, dîrokî, qonax, Qubat Telebanî, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de