15:45 18 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Goran di derbarê çalakkirina Parlamentoyê de biryara xwe da

    © Foto: krg.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 32

    Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî bi daxuyaniyekê helwesta partiya xwe ya derbarê projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina parlamentoyê eşkere kir û ragihand ku ew mercên ji bo guhertina Desteya Serokatiya Parlamentoyê qebûl nakin.

    Grûba Şêwirê ya Tevgera Goran îro li Silêmaniyê ji bo gotûbêjkirina projeya PDK û YNKê ya li ser çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de civiya.

    'ERKA PARLAMENTOYÊ DIVÊ LI SER HEMÛ MIJAR Û PÊŞEROJA GEL VE ELEQEDER BIBE'

    Piştî civînê Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî bi daxuyaniyeke ragihand, "Me weke Tevgera Goran piştî 12ê Mijdara 2015ê tekez kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, çareserkirina krîza darayî û başkirina rewşa jiyan û debara gel, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê bi desteya niha ya serokatiya parlamentoyê bicive. Weke organa herî bilind a Kurdistanê, erkê parlamentoyê ye, ku liser hemû mijarên bi jiyan û paşeroja gel ve eleqeder in, gotûbêj bike."

    Goran
    © Foto: Malpera Fermî ya Ragihandina Tevgera Goran
    Hacî eşkere kir ku hemû şêweyên din asayîkirina rewşê û şertên çalakkirina parlamentoyê ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Ji ber ku sedema sereke ya felcbûna Parlamentoya Kurdistanê ne desteya serokatiya parlamentoyê ye, lê bidawîbûna heyama serokatiya herêmê ye ku parlamentoyê hewldaye yasaya serokatiya herêmê sererast bike."

    ‘PÊVAJOYA SIYASÎ BERBI XITIMANDINÊ VE DIBIN'

    Hacî diyar kir ku bêyî guhertina sîstema hikûmranî û çaksaziyê û herwiha çavdêriya liser karên hikûmetê gavên werin avêtin nabin çareserî, berovajî pêvajoya siyasî berbi xitimandinê ve dibin, gel zêdeti bê hêvî dikin û ezmûn û paşroja Kurdistanê jî dixe metirsiyê.

    Li gorî vê projeyê PDK razî bibû, Desteya Serokatiya Parlamentoyê, di bin serokatiya Yûsif Mihemed de civîna yekemîn bike û di vê civînê de desteyeke nû were hilbijartin. Tevgera Goran weke berê kursiya Serokatiya Parlamentoyê werbigire cihê Yûsif Mihemed kesekî din were destnîşankirin û wezîrên Goranê jî weke berê vegerin ser karê xwe.

    Bi heman mijarî:

    Goran: Referandûm karê parlementoyê ye, pêdivî bi civînên partiyan tine
    PDK li Parlamentoya Kurdistanê çû serdana Goran, YNK û Yekgirtûyê
    Qeyûmê Êlihê biryara xerakirina 23 goran da
    Komele: Goran û Komele ji proseya siyasî tên dûrxistin
    'YNK, PDK,GORAN û Partiyên Îslamî ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin'
    Etîketan:
    biryar, parlamento, çalakkirin, Şoreş Hacî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de