08:45 20 Hezîran 2018
Endamên hêzên pêşmerge li eniya Xazirê

DAIŞê êrişî noqteyên kontrolê kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 6 birîndar bûn

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 43

Li gorî zanyariyên berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê li Zerge ya bajarê Xurmatû êrişî noqteya kontrol a pêşmergeyan kir. Di êrişê de 2 peşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn.

Mûsil
© REUTERS / Andres Martinez
Milîanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi hêzeke mezin şevê din li herêma Zerge ya bajarê Xurmatû êrişî nokteya kontrol a pêşmergeyan kir. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 2 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya DHAyê, şevê din rêxistina terorîst a DAIŞê bi hêzeke mezin êriş bire ser noqteya kontrol a herêma Zergeyê ku dikeve rojavayê bajarê Xurmatûyê. Terorîstan piştî êrişê noqteyên kontrolê şewitandin. Li gorî îdîayan hêza takwiye ku diçû herêmê jî li kêleka rê rastî bombeyên çandî û mayînan hatiye. Şer û pevçûnên navbera hêzên Peşmerge û terorîstên DAIŞî hetanî berê sibehê jî dewam kiriye.

Fermandarê êniya Xurmatûyê Ebdullah Bor di axaftina xwe de got: "Di şer û pevçûnan de gelek milîtanên rêxistina terorîst hatin kuştin, mixabin 2 Pêşmemergeyên me şehîd û 6 jî birîndar bûn."

Bi heman mijarî:

Ji bo hêza Pêşmerge fermandarekî nû hat tayînkirin
YNK: Kurd wê bi referandumê tola xwîna Pêşmerge bistîne
Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
Fermandarê amerîkî ji bo Pêşmerge Heşdî Şebî hişyar kir
Berdevkê Pêşmerge: Amerîka Brîtanya û Almanya dê pêşmerge perwerde bikin
Etîketan:
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Xurmatû, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de