06:35 13 Kanûn 2017
Zindî
    Xwepêşander alaya Kurdistanê bilind dikin

    ‘Kurdên Kakeyî piştgirîyê didin referandûma serxwebûna Kurdistanê’

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gor raportên medya Herêma Kurdistanê Kurdên Kakeyî jî piştgirîyê didin referandûma serxwebûnê û dibêjin, ew êdî naxwazin di welatekî mezhepgerî û zordarî lê hebe bijîn.

    Çend çalakvan û nûnerên Kurdên Kakeyî ku boçûna xwe ya derbarê referandûmê de ji malpera kdp.infoyê re diyar kirine, piştgirîyê didin pêkanîna referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê.

    'EM BI HEMÛ AWAYÎ PIŞTGIRÎYÊ DIDIN'

    Çalakvanê Kakeyî Receb Kakeyî ku xelkê Kerkûkê ye got: "Helwêsta me helwesteke niştimanî û zelal e li ser referandumê. Em bi hemû awayekî piştgiriya wê dikin û ev xewna me ya sedê salan e. Em nikarin ligel Iraqeke mezhebger bijîn û ew jî dijayetiya me bikin, lewma jî em vê referandumê wek pêngaveke pir girîng dibînin, ji bo ku careke din rastî zilm û zordariyê nebin."

    'WEK KAKEYÎYEKÎ HÊVÎYA MIN KURDISTANEKE SERBIXWE YE'

    Endamê Encumena Parêzgeha Helebçeyê Ako Şawîş jî da xuyakirin: "Em pir dilxweş in bi referandûma Kurdistanê û bi ragihandina serxwebûna Kurdistanê. Ji ber ku ev yek sûdê digihîne hemû gelê Kurdistanê ne tenê Kakeyî, ji ber vê yekê jî em piştgiriya wê dikin. Ez wek nûnerekî Kakeyîyan dibêjim hêviya me Kurdistaneke serbixwe ye û Kakeyî di hemû kursiyên dewletê de hebin."

    'XEWNA TEVAHÎYA GELÊ KURD E'

    Endamê Encûumena Qezaya Daqûq Samî Refiet Kakeyî jî bal kişand ser ku referandûm pêngavek e ber bi serxwebûnê ve ye û got: "Bi awayekî giştî em wek Kakeyî ligel wê ne ku ev xewna tevahiya gelê Kurd e ne tenê ya Kakeyîyan e. Û pêwîst e em hemû piştgiriyê lê bikin da ku ev prose bi ser bikeve û xewna me hemûyan bicih were û em bibin xwedî welatekî serbixwe."

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Qeterê dike
    Gorran: Em dixwazin peyama Barzanî were bicîkirin
    Wezîrê Dadê yê DYAyê: Îdiaya hevdîtinên nepen bi rayedarên Rûsî re derew e
    Ebadî: Em rêzê li daxwazên Kurdan digirin, lê ne dema wê ye
    ‘Parlamena Kurdistanê tê çalakkirin û wezîrên Gorranê vedigerin’
    Li Kumkapiya Stenbolê agir bi otelekê ket
    Koreya Bakur xwendekarê Amerîkî yê girtî berda
    Etîketan:
    Kakeyî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de