14:58 21 Tebax 2017
Zindî
    Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê - Amadekarîyên Referandûma Serxwebûnê

    Komîsyona Referandumê bi karbidestên Herêma Kurdistanê re civiya

    © Foto: KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)
    0 2340

    Piştî biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Referandumê yekem civîna xwe bi endamên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê re pêk anî.

    Li gorî agahiyên medya Herêma Kurdistanê belav dike, civîna îro (12.06.2017) ji bo gotûbêjkirina pêwîstiyên lidarxistina referandumê û her du hilbijartinên parlamento û seorkatiyê yên Herêma Kurdistanê hatiye sazkirin.

    Karbidestên komîsyona hilbijartin û referandûmê diyar dikin, di civîna 12ê Hezîranê de li ser amadekarîyên referandûmê û terxankirina budçeyê bo birêveçûna dengdanê hatine gotûbêjkirin.

    JI BO REFERANDÛM Û HILBIJARTINAN 30 MILYON DOLAR HAT XWESTIN

    Hêjayî bibîrxistinê ye piştî biryara lidarxistina referandûmê ku li 7ê Hezîranê piştî civîna partîyên siyasî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hat ragihandin, Komîsyona Hilbijartinan û Referandûmê ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina referandûmê û her du hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza 37 milyar dînarî (30 milyon dolar) kiriye.

    Biryar hatiye dayîn ku referandûma serxwebûnê 25ê Îlona 2017an, hilbijartinên parlamento û Serokatîya Herêma Kurdistanê jî 6ê Mijdara 2017an bên lidarxistin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)

    Bi heman mijarî:

    Zvezda, dîmenên pergala parastina moşekên S-400î yên li Sûriyeyê weşand
    Li Çewlikê wesayîta leşkerî hat teqandin: Leşkerekî can da
    Koreya Başûr: Em dixwazin organîzeya Kûpaya Cîhanê ya 2030an bi Koreya Bakur re pêk bînin.
    Pakistan dibe navbeynkarê krîza Qeterê
    Li Trump doza binpêkirina destûrê hat vekirin
    Rûsya hemû xazê sarîn ên di destê xwe de îmxa kir
    Li Mêrdînê qeza: 2 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de