21:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Ala Kurdî - alaya kurdistanê - kurdistan

    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4725

    Hinek saziyên kurdên cihû îro duşemê ragehand ku piştgiriyê didin referandûma serxwebûna Kurdistanê û wan teqez kir ku ev tekane çare ye ji bo rawestandina komkujiyan, paqijkirina etnîkî û şaristanî.

    Li gorî nûçeyeke RTyê ku dispêre malpera Sûmeriyê, Komeleya kurdên cihû li Kurdistan, Komeleya kurdên cihû li Îsraîlê û Komeleya kurdên Cihû û Nûnerîtiya Ola Cihûtiyê ya Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeka hevpar weşandiye.

    ‘DENGDAN MAFEKE SIRÛŞTIYE'

    Di daxuyaniyê da wiha hatiye gotin: "Piştî sed salî ji zulma hikûmetên ku Kurdistan perçe kiriye û bûne bi hezaran qurbaniyan û gelek paqjiyên nijadî pêk anîne, dengdana ji bo serxwebûnê, mafekî suriştî ye ku gelê Kurdistanê ji bo serxwebûna xwe deng bide."

    Herwiha komeleyan bi bîr anî ku cihû yekem qurbaniyên paqijkirin û komkujî koçberkirinê bûn ku dûre berfireh bûne ku gihiştine kurdên êzidî jî.

    ​Ji aliyê din ve, Komeleyan teqez kir ku kurdên cihû li Kurdistanê û li diasporayê û Îsraîlê bi xurtî piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê û bang li kesayetên payebilind kir daku ji bo serxwebûnê deng bidin.

    400 MALBATÊN CIHÛ LI KURDISTANÊ HENE

    Li gorî Wezareta Ewqafê ya Kurdistanê, dora 400 malbatên cihû li Kurdistanê hene ku li gelek bajarên Herêma Kurdistanê dijîn û herwiha hejmara kurdên cihû yên li Îsraîlê jî dora 150 hezarî ne.

    Bi heman mijarî:

    Budçeya bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistana eşkere bû
    Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê
    ‘Heşdî Şebî ji bo li dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve li Şingalê bi cih bûye'
    Ji Parlamentoya Swêdê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê
    Dîrektorê Îstixbarata Amerîkî: Serxwebûna Kurdan li ber dema ragihandinê ye
    Etîketan:
    cihû, piştgirî, referandûm, serxwebûn, RT, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de