06:50 18 Çile 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî

    Barzanî: Helwesta welatan li hemberî referandumê asayî ye, ne tund e

    © Foto: KRG Spain
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Li gorî daxuyaniya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heta niha dewletên cîhanê bertekên tund li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan nedane.

    Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de got: "Daxwaza gelê kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e. Helwesta welatan cihanê ji bo mijara rederanduma serxwebûnê asayî ye û tund nîne. Em li gel Goranê jî di gotûbêjê de ne û em hêvîdar in ku bigihîjin encamê da ku ew jî bihên û beşdarî vê proseyê bibin. Çimku proseya referandumê ya ti partî û aliyekê nîne û ya tevahiya gelê Kurdistanê ye. Ji ber wê jî pêwîst e hemû kurdistanî tevî kurd û tirkmen û xrîstiyan û hemû alî beşdarî referandumê bibin."

    Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xwesteka me zelel e ku çî ye û wê yekê pêwendî bi hemû gelê Kurdistanê ve heye. Armanca me ji wê referandumê ev e ku hemû cîhan têbigihe ku xwastek û daxwaza gelê me çî ye. Li gorî nêrîna min heta niha tu welatekî cihanê bertekeke tund nîşanî vê biryara referandumê nedaye ji bo ku tiştekî asayî ye."

    Bi heman mijarî:

    Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
    Nêçîrvan Barzanî: Referandum mafê xelkê me ye
    Herdu partiyên Kurdistanê ji bo referandum û serxwebûnê li hev kirin
    Serokê Goranê: "Referandum û serxwebûn mafê rewa yê kurdan e"
    Etîketan:
    Biryara referanduma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de