03:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    Medya Herêma Kurdistanê: 'Termê pêşmergeyekî li herêma PKKê ya Şingalê hat dîtin'

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7131

    Li gor nûçeyeke medya herêma Kurdistanê li devereke sînorê bajarê Şingalê ku hêzên PKKê li wir dehilatdar in, termê pêşmergeyekî ku bi guleyan hatiye kuştin, hat dîtin.

    Li gor nûçeya BasNewsê ku dispêre qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, Pêşmergeyê bi navê Emîr Cerdo Xelef ku j 6ê Hezîranê ve aqûbeta wî nediyar bû, îro (11.06.207) termê wî li taxa Hey Şuheda ya bin deshilatîya PKKê, hatiye dîtin.

    'LI WÎ SÎNORÎ JI XEYNÎ PKKÊ KES TUNE YE'

    Qeymeqamê Şingalê gumana li ser mirina pêşmerge ku şûna çend guleyan li ser termê wî hatiye dîtin anî ziman û got, ‘Li wî sînorî ji derveyî PKKê kes lê tune ye, Heşdî Şebî jî ji wê deverê dûr e.'

    FERMANDARÊ PÊŞMERGE KŞTINA PÊŞMERGE PIŞTRAST KIR

    Li gor nûçeya BasNewsê fermandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê Seîd Ehmed jî kuştina bi guleyên keleşê ya pêşmerge piştrast kir û got, ‘Aqûbeta wî Pêşmergeyî ji roja 06.06.2017ê ve diyar nîne û bi armanca çûna ber bi mala xwe ve bi rê ket, lê piştre bêserûşûn bû. Îro meyîtê wî hate dîtin.'

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Operasyona Tilefer û Hewîceyê li nêzîk dest pê dike
    Nivîskarekî Îngilîz di weşana zindî de kitêba xwe xwar
    ‘Siûdî welatîyên Qeterê nexistin Kabeyê’
    Qeyûmê Qoserê peykerê Ugur Kaymaz rakir
    Îranê bi 5 balafiran alîkarî şand Qeterê
    Kurê Qeddafî hat berdan
    Etîketan:
    PKK, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de