13:02 21 Tebax 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    ‘Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NYyê dike’

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)
    0 15050

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê (11.06.2017) biryara referandûma serxwebûnê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî dike daku çavderîyê bikin.

    Husên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê referandûmê de bi Bexdayê re axivî ye û beriya niha jî bi awayekî rasterast Bexda hatiye agahdarkirin.

    'ME NY Û RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ XWEST ÇAVDERÎYA REFERANDÛMÊ BIKIN'

    Fuad Husên di hevpeyvîna ligel televizyona Rûdawê de destnîşan kir, "Beriya niha em ligel nûnerê Netewyeyên Yekbûyî (NY) rûniştin. Cenabê Serokê Herêmê roja Yekşemê (11.06.2017), dê biryara referandûmê arasteyê aliyên pêwendîdar bike. Di wê biyarnameyê de ji NY û rêxistinên navneteweyî hatiye xwestin ku çavdêriya referandûmê bikin."

    'HEMÛ WELAT JI BIRYARÊ AGAHDAR IN'

    Husên herwiha eşkere kir ku dê şandeke Herêma Kurdistanê jî ji bo gotûbêjkirina biryara referandûmê serdana welatan bike û got: "Hemû welat ji biryara referandûmê agahdar e. Ji xwe piştî biryarê hinek welatan helwesta xwe eşkere kirin."

    ‘AMERÎKAYÊ GOT, EM RÊZÊ JI ÎRADEYA GELÊ KURDISTANÊ RE DIGIRIN'

    Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser helwesta Amerîkayê jî wiha peyvî: "Helwesta Amerîkayê ne nû ye. Amerîka ji aliyekê ve yekîtiya axa Iraqê dixwaze lê li aliyekê din jî dibêje em rêzê ji îradeya gelan re digrin. Piştî diyarkirina roja referandûmê, berpirsên amerîkî pêwendî ligel me kirin û ji me re gotin, em rêzê ji îradeya gelê Kurdistanê re digrin. Lê ji ber şerê DAIŞê dema referandûmê ne guncayî ye. Em wiha dixwînin ku ew ne li dijî referandûmê ne. Ev ne helwesteke giran e."

    'KOMÎSYONEKE 7 KESÎ TÊ PÊKANÎN'

    Husên da zanîn ku hevpeymaniya nîştîmanî ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên paşerojê yên Hewlêr û Bexdayê û herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyan de dê komîsyoneke 7 kesî ya danûstandinan pêk bîne.

    ‘TIRKÎYÊ XWEST EM REFERANDÛMÊ NEKIN'

    Derbarê helwesta Tirkiyê de Fuad Husên got: "Beriya demekê şandekê Tirkiyê serdana me kir û ji me xwestin ku em referandûmê nekin. Ji mere gotin, em bêjin û nebêjin jî we biryar daye referandûmê bikin û dê her jî bikin. Eger girtpirsiyê bikin jî bila pirs cuda be. Lê referandûm mafekî demokratîk e. Li hemû welatan referandûm tê kirin. Li Tirkiyê jî referandûm hate kirin. Referandûma Herêma Kurdistanê tenê bi Kurdistana Iraqê ve pêwendîdar e. Pirsyar jî ev e, Gelo tu deng didî dewleta Kurdistanê. Dê ev pirs jî bi kurdî, erebî, tirkmenî û aşûrî were pirsîn."

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (167)

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin'
    Lixwekirina formayê Barcelonayê bû 15 sal ceza
    Artêşa Sûriyeyê gihîşte herêma Tanfê ya sînorê Iraqê
    Ji Îranê daxuyaniya biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Serokwezîrê Bulgaristanê: Barzanî bi min re mijara serxwebûnê axivî
    Pûtîn ev cara yekemîn e ku eşkere dike: Neviyên min heye
    Etîketan:
    Kurdistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de